Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresma 26-ê Sermawezê li çiyayên Kurdistanê bi rê ve çû

18:31 - 17 Kanûna pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Rêûresma taybet bi 26-ê Sermawezê, roja Pêşmergê Kurdistanê, li çiyayên Kurdistanê de bi amadebûna fermandê giştî yê Hêza Pêşmerge û komek ji fermandeyên Hêza Pêşmerge bi rê ve çû.

Li gor nûçeya ku gihîştî ye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Şemiyê rêkefta 24-ê Sermaweza 1397`an a Rojî, rêûresmeke taybet bi roja Pêşmergê Kurdistanê ji aliyê fermandê Hêza Pêşmerge ve li çiyayên Kurdistanê bi rê ve çû.

Di destpêkê de rêûresm bi xwandina sirûda neteweyî ya “Ey Reqîb” ji aliyê Hêza Pêşmerge ve dest pê kir, û piştre deqeyek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqije şehîdên Kurd û Kurdistanê hate ragirtin.

Piştî wergirtina “san”a fermandarê Hêza Pêşmerge li hêzên amadebûyî di  rêûresmê de, rêjeya deste û hêzên Pêşmerge ku nîşanderê ew qasê amadehiya Hêza Pêşmergê Kurdistanê bû bi rê ve çû.

Di beşa yekem a rêûresmê de rêzdar “Kawe Behramî” Fermandê Hêza Pêşmerge çend gotinek pêşkeşî amadebûyên rêûresmê kir. Navbirî di gotinên xwe de îşare bi vê yekê kir ku, roja 26-ê Sermawezê roja Pêşmergê Kurdistanê, roja bîranîn û îşarekirina bi taybetmendiyên Pêşmerge, û roja rêzgirtin ji fedakarî û cangorîkirina xortên têkoşer û xebatkarên netewa me ye, û roja wan xortên şoreşger û cangorî ye ku sengerên xwe li dijî dîktatorî û serberedayiya rejîma kindir û sêdara rejîmê di rewşên zehmet de parast, ew qehremanane bûn ku têgeha guherînkarî û Rasanê  kirine xetîra Rasana nû.

Derheq bi rewşa nihaya Îranê jî got: Rejîma Komara Îslamî li rewşa niha de di warên abûrî, civakî, siyasî û herwisa navxweyî  de, di rewşeke gelek nebaş û bêserûber de ye, û di nav civaka cîhanî de tu cure hitbarek nemaye, herwisa bi sedema kiryarên terorîstî û destêwerdan di nava karûbarê welatên cîhanê û bixasimanî di Rojhelata Navîn de wekî binpêkarê mafê mirovan di nav civaka navneteweyî de hatiye naskirin, û hemû kok û bingeha aramiya wî welatî sist û lawaz bûne, û êdî tenê hewcehî bi bi vê heye ku hemû alî pêkve teba bin û palekê lêdin, da ku biherife.

Di beşeke dina qisên xwe de rêzdar Behramî rû li xelkê Kurdistanê û endam û alîgirên Hizbê got: Em daxwaz ji hemû dilsozên gelê Kurd bi xasimanî wan kadr û pêşmergên şoreşgêr ku bi salan di rêza xebatê de bo azadiya Kurdistanê êş û zehmet kêşane û niha bi her sedemekê be li derveyê welat cêhgir bûne dikin, ku bi her awayekî ku bikarin alîkarî û piştevanê me bin, û daxwaz ji endam û alîgirên Hizba Demokrat li derve û navxweyî Kurdistanê dikin, ku bi her awayekî ku dikarin piştevanê Hêza Pêşmergê Kurdistanê bin.

Piştî qisên rêzdar Kawe Behramî rêzgirtinname wekî deba salane bi ser çend pêşmergeyên mêjîn ên Hizbê de hatin dabeş kirin, ku heyamî 20 salan e ku bi bê veqetiyan li rêza berxwedanê de ne. Ew kesên ku îsal rêzgirtinname bi ser wan de hate dabeşkirin ewane bûn: Heval “Siyamend Terbî, Yasîn Yusifî, Omîd Mendumî, û Şehab `Eskerî”.

Piştire wekî deb û resma salane serkevtiyên Hêza Pêşmergê Kurdistanê, ku festîvala îsal ku bi xwe duyem festîval di qonaxa Rasana Rojhelat de bû, ji aliyê beşek ji fermandeyên Hêza Pêşmerge ve hatin xelatkirin.

Di çend beşên cuda de Pêşmergên Kurdistanê bi xwandina sirûd û stran û helbestan rêûresm  xemilandin, û dawî beşa rêûresmê jî pêk hatibû ji encamdan û nîşandana çend manorên nizamî ên balkêş ji aliyê desteyek ji Pêşmergan ve.

Ew rêûresma bi davet û dîlana beşdarbûyiyn di rewşekî tewaw pêşmergane de dawî pê hat.