Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresma 31.mîn salroja Enfalkiriyên Koyê hate lidar xistin

18:10 - 5 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Şandeke PDKÎ li rêûresma 31.mîn salroja Enfalkiriyan, li bajarê Koyê beşdarî kir.

Roja Şemî 14`ê Banemerê, şandeke PDKÎ bi serpereştiya “Loqman Mêhfer” endamê Desteya Birêveberiya Navenda Siyasî yê PDKÎ, li 31.mîn salroja Enfalkiriyan, li bajarê Koyê beşdarî kir.

Ev rêûresmê bi beşdariya Wezîrê şehîdan û Enfalkiriyên hikûmeta Herêma Kurdistanê hate lidarixistin.

Amadebûyan rêz ji bîreverî û qurbaniyên bajarê Koyê igrtin û li nahiya aştiyê deste gula rêz u emegnasiyê li ser monomênta qurbanyên Enfalkiriyan danîn .

Her di vê rêûresmê de, peyama sersaxiyê ya Partiya Demokrat hate xwendin

Herwisa şanda Partiya Demokrat, peyama havxemî ya “Mistefa Hicrî” Lêpirsyarê giştî yê PDKÎ, gihandine Wezîrê Şehîdan.