Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa jiyana xelkê Îranê roj bi roj xirabtir dibe

13:25 - 7 Îlon 2019

Kurdistanmedia: Di îranê de û di jêr sîber û desthilata rejîma Îslamî de, rewşa aborî û jiyana xelê roj bi rojê zêdetir ber bi xirabiyê ve diçe.

Xirabbûna jiyana xelkê di qasekê de ye ku, êdî perpirsên rejîmê jî nikarin basa vê yekê nekin.

Mihemed Şerî`etmedarî Wezîrê Te`awun, kar û rifaha ciwakî yê rejîmê di jê barê givaşan de hate ziman û got: %30 ji xelkê Îranê di jêr hêla hejariyê de ne û belengazin û nikarin hewcehiyên jiyana xwe dabîn bikin.

Herçiqas ew desthilatdarê rejîmê îtiraf bi rastiên nava Îranê kiriye, lê bê guman ew hejmara ku ew bas dike di jêr hêla belengaziyê de ne, gelek ji wê hindê zêdetir e.

Wezêrê Te`awun û kar û rifaha ciwakî yê rêjîmê, ew rastiye jî anî ziman ku çareseriya wê pirsê, li şiyan û hêza dewletê, bi bûdca ku bona kêmkirina qasê hêla belengaziyê di welat de tête diyarîkirin, têrê nake.

Bê guman ne tenê %30 ji ê, belkî piraniya xelkê Îranê li jêr hêla neyîtiyê dene û bersivderê jiyan xwe ya rojane nîn in.