Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa Kurd li Kurdistana Rojhilat û Rojava hate gengeşe kirin

16:52 - 20 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Şandeke hevpar ji Yêkitiya Ewrûpa û Parlemana welatê Swêdê, serdana PDKÎ kirin.

Paşnîvroya Roja Şemiyê, 27`ê Rezberê, Şandeke hevpar ji Parlemana Ewrûpa û Parlemana Swêdê, bi serokatiya “ Evîn Încîr”, endama Parlemana EU, serdana PDKÎ kirin û ji aliyê  Hey`eteke PDKÎ ve, bi serokatiya “ Mistefa Hicrî”, Lêpirsiyarê giştiyê PDKÎ ve, hate pêşwazî kirin.

“ Evîn Încîr”, keyfxweşiya xwe û hey`eta di gel de, ji wê serdanê Nîşanda û rola PDKÎ di tevgera Netewiya Kurd de, bilind nirxand.

Piştî hingê, “ Hicrî”, tevî piroz kirina“ Evîn Încîr” bo, bûn bi Endama Parlemana Ewrûpayê, sipasî ji serdana navbirî û hey`eta di gel de kir.

Di wê hevdîtinê de, guhorînên di Kurdistanê de û bi taybet rewşa Kurdistana Rojava û Rojhilatê hate bas kirinê û Lêpirsiyarê Hizbê, rola Parlemana Ewrûpa û Welatên endamên vê yêkitiyê, bi hurdekariyan ve bas kir.

Di beranber de, hey`eta mêvan, hewlên xwe bo nîşandana belengaziya Gelê Kurd di raya giştiya Ewrûpa û Parlemana Ewrûpayê de, bas kirin.

Di vê rûniştinê de, “ Qadir Kesîrge”, endamê Parliemana Welatê Swêdê, “ Serko Gelalî”, endamê Parlemana Kurdistanê û hey`teke Yêkitiya Niştimanî di welatê Swêdê, pişikdar bûn.