Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa saxlemiya Kebûdvend di girtîgeha Êvîn’ê de şirr e

16:02 - 6 Tebax 2015

Kurdistan Media: Jiyana Mihemed Sidîq Kebûdvend, serokê hepskirî yê rêxistina Mafê Mirov a Kurdistanê, bi sedema daketina zexta xwînê li metirsiyê de ye.
Li gor rapora malpera Kurdistan Media, roja çarşemî, 5’ê Tebaxa 2015’an, avakerê Saziya berevanîkirin ji mafê mirov a Kurdistanê bi sedema daketina zexta xwînê di benda 350 ya girtîgeha “Êvîn”ê de tûşî bêhişiyê bûye.

Kebûdvend di heyama 9 salên destbiseriyê de, tenê yek car murexesî û ruxset jêre hat dayîn ku seredana mal û zarokên xwe bike, helbet ew jî piştî wê ku dest bi gireva birçîbûnê kiribû.

Herwiha di van rojên borî de, dozgeriya Tehranê dijberî li gel daxwaza berpirsê girtîgeha “Êvîn”ê ji bo pêdeçûna bi hukmê Kebûdvend û herweha azadkirina mercdar ya navbirî kiribû.

Mihemed Sidîq Kebûdvend bi tometa piropagende li dijî rejîmê û rêxistina Saziya mafê mirov di kurdistanê de, ji 1’Hezîrana 2007’an (10’ê pûşpera 1386’an) ve hatiye destbiserkirin.

Berpirsê Saziya Mafê Mirov ên Kurdistanê piştî 7 meh destbiserkirina li odeya takekesî de, cezayê 11 sal girtîgehê bi ser de hate sepandin.

Hukmê 11 sal girtîgehê ji bo “Mihemed Sidîq Kebûdvend” li tayê 65 a dadgeha pêdeçûnê ya parêzgeha Tehranê de hate erêkirin û Kebûdvend niha di girtîgeha Êvîn’ê de hukmê sepandî yê girtîgeha xwe derbas dike.

Kebûdvend 9 sal in ku di girtîgeha “Êvîn”ê de hepsî ye û di vî midehê hukmê girtîgeha xwe de, du caran tûşî sekinîna Dil û carekê jî tûşî celteya mêjî bûye.