Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa sînemayên Urmiye her diçe xiraptir dibe

21:19 - 27 Tebax 2013

Kurdistanmedia: Daxistina %75 sînemayên Urmiyê û rewşa xirapiya sînemayan asta kulturiya bajarê Urmiyê li gor bajarên din aniya xwarê.


Malpera “Şino Bas” bi gotina yek ji karbidestên rejîma Îranê ragihand, di navber 19 sînemayan de tenê 5 ji wan sînemayane ektîvin.
Karbidestê han li dirêjahiya axavtia xwe te got: Ew sînemayên ku bi tavahî nehatine daxistin, bi neçarî û bi awayekî nîme wext kar dikin.
Xwe bi berpirsyar nezanîna karbidestên rejîma Îslamiya Îranê ji ber astengiyên sînemayên parêzgeha Urmiyê bûye sedema daxistina sînemayan û nebaşiya rewşa wan ku nikarin bersiva hevadarên fîlm li wî parêzgehê de bin.
Berpirsê sînemayên perêzgeha Urmiyê li gel ewê ku rewşa xirapiya sînemayên wê parêzgehê pişt rast kir û eva jî anî ber bas ku pêş hatina ser karê rejîma Îslamiya Îranê, 20 sînema kêm kirine û niha tenê 15 sînema li wî parêzgehê de mane ku rewşa bînaya pişkek ji wan sînemayane li ew perê xirapiyê de ye.
Li gor gotina berpirsê han nûtirîn sînema li parêzgeha Urmiyê 70 sale avabûye û heya niha kelupelê kewin nehatine guhertin û nikarin mefah ji wan wergirin.