Kurdistanmedia: Li Geliyê Kotol (Qutur) bi sedema herifîna Çiya, Rêya çend Gundan qut bûye.
Di çend rojên derbas bûyî de, bi hegera sistbûn û şiqitîna çiya Riya Gundê Kefçirîn a girêdayê Geliyê Kotol xirabûye, û piştî wê ku xelk hefteyekê çavnihêrî demûdezgehên peywendîdar ê Rejîmê bûn daku wan rêyên herifî çêbikin, lê heya niha tu yek ji navendên alîkarîkirinê bo çareseriya wan rêyan neçûne, lewra jî, xelkê wir bixwe dest bikar bûne û destavitine bi çêkirina wan rêyên hatûçûyan ên gundên xwe.
Heyamek beriya niha xelkê wî deverê ew rêyen ku, bi destê betal û bê îmkanat çêkiribûn daku bikarin bo dabîn kirina hewcehiyên jiyanê û nexweşên xwe bo bajar bibin, lê piştî çend rojan dîsan bi hegera sistbûn û şiqitîna çiya bi tewavî herifiye, û Rêya hatûçûya xelkê devera Geliyê Kotol û çend gundên din qut kiriye.
Dîsan xelkê deverê benda alîkariya Rejîmê neman û bixwe bi bê îmkanat û destê betal, ketine çêkirina Rêya çendîn gundên wê deverê.