Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêya ku 30 sale berdewam qurbanî li pey xwe hebû ye

12:25 - 9 Îlon 2019

Kurdistanmedia: Rêya ku 30 sale soza çêkirina wê hatiye dan û nihajî tewav nebûye û berdewam qurbaniyan distîne.

Rêya Urmiye–Sêro ku rêya Tranzêtî a di derwazê di navbera Îran û Tirkiyê de ye, gelek xirabe û kêm roj heye ku çendîn bûyerên hatûçûnê jê nekevin.

Xelkê Herêmên Somaûbiradost û Kinar Beroj berdewam di vê derheqê de qurbaniyê wê rêyê bûne.

Rejîmê jî, ku eve pitir ji 30 sale soza çêkirna wê rêyê daye, lê heta niha jî her wisa maye.

Pêka zaniyariyan heta niha berpirsên bajarê Urmiyê bûdce bi wê mebestê wergirtine û hemû caran, ew pare ye hatiye dizîn û xwarin û çêkirina wê rêyê jî hatiye pişt guh xistin.

Heta niha çendîn caran berpirsên rejîmê soz dane ku dê wê rêya tiranzêtî ya Sêroyê bikine cût band anku otûban, lê heya niha jî nîve tewav maye.

Bi taybetî çepa herî cihê tirsê ku berdewam qurbanî jê dikevin. çepa nêzîkî gundê Postê ye.