Kurdistanmedia: Bi sedema xirabûna rêya bajarê Şino bo Urmiyê, rojane malbatek dibe qurbaniya wî rêyê.
Rêya fermî a bajarê Şino bo bajarê Urmiyê di rewşeke herî xirab de ye, bi sedema têkçûn û çalbûna wî rêyê, rojane canê kesekê tê girtin, û ew rêye bi rêya mirinê hatiye naskirin.
Rojane di wê rêyê de qezaya tirafîkî rû dide û malbatek dibe qurbaniya dizîkirina berpirsên welat.
Her sal bûdceyeke diyarîkirî bo rêyên têkçûyî ên parêzgeha Urmiyê tê terxankirin, lê tenê bi du telîsê qîr wan rêyan pine dikin, û kes nizane perê din terxanê çi dibe.
Berpirsên gendel ên rejîmê hemû demekê bûdceya welat dikine berîka xwe de, û terxanê xweşbijiya xwe û malbatên xwe dikin, û xema wan jî nîne ku çalbûn û têkçûna rêyan rojane canê malbatekî distîne.
Parêzgeha Urmiyê bi sebeba hebûna 967 KM sînorê hevpar û herwisa bazarçeyên sînorî digel sê dewletan cîran, ew rêyane bandoreke girîng li ser çarenûsa wî parêzgahê heye, lê ew parêzgehe di demekê de tê balkêşandin û mifah jê verdigrin, ku girîngiyekî baş bi wî parêzgehê re bidin.