Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêz ji Kanîmal û xebata wî hate girtin

19:00 - 22 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Li Akademiya Kurdî li Kurdistana Başûr, rêz ji xebat û tekoşîna Kelîmulla Tewehudî dîroknivîsê Kurd ê Xurasanê hate girtin.

Nûçegihanê malpera Kurdistanmedia ragihand ku roja duşemiyê 2'ê Banemerrê, di semînareke rêzgirtinê de a bi navê Kurdistaniyek ji Xurasanê ku ji aliyê Akademiya Kurdî ve li Hewlêrê birêve diçû, bi beşdariya hin kesatiyên siyasî, dîroknas û mamosteyên wêjeya Kurdî rêz ji Kelîmulla Tewehudî naskirî bi Kanîmal hate girtin.

Di rêwresmê de şandeke Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi serperestiya Mihemedsalih Qadirî berpirsê pêwendiyên PDKÎ li Hewlêrê jî beşdar bû.

Rêwresm bi çend xulekan bê dengiyê ji bo rêzgirtin ji ruhê pak ê şehîdên Kurdistanê dest pê kir.

Pişt re Necatî Ebdulla cigirê rêveberê Akademiya Kurdî, behsek li ser girîngiya zimanê Kurdî û astengiyên li hemberî bi fermînasandina zimanê Kurdî pêşkêş kir.

Mihemed Heme Baqî endamê Akademiya Kurdî jî behsa girîngiya rêzgirtin ji dîroknivîsên Kurd kir. 

Di beşeke din a semînarê de jî Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê behsek di derbarê ziman û çanda Kurdî de pêşkêş kir.

Pişt re Rêbwar Sîweylî sekreterê Akademiya Kurdî, deqa biryarnameya rêzgirtin ji Kelîmulla Tewehudî ji bo beşdaran vegot.

Di berdewamiya semînarê de, lewha rêzgirtin ji xebata Kanîmal û zîndî ragirtina çanda Kurdî li Xurasanê, ji aliyê Nêçîrvan Barzanî û Pr. Ebdulfetah Botanî rêveberê Akademiya Kurdî ve pêşkêşî Kelîmulla Tewehudî hate kirin.

Di beşa dawiyê de Kelîmulla Tewehudî di derbarê zulm û zoriya dagirkar li pêşiya Kurdên koçberkirî ji bo navçeyên din ên Îranê de gotarek pêşkêş kir û got ku ew hewl ji bo jinavbirina ziman, çand û dabên Kurdan bûne. 

Kelîmulla Tewehudî naskirî bi Kanîmal sala 1320'an a Rojî (1941'an a Zayînî) li Oxaziya Şêrwane li Xurasanê ji dayîk bûye.

Ew, xwediyê 15 pirtûkan di warên dîrok, çand, wêje û mûzîka Kurdî de ye. Hin ji berhemên wî ev in; Kilîder di belgenameyên dîrokê de, Koça dîrokî a Kurdan ji bo Xurasanê, Stranên Kurmancî, Darê çil destan, Nadir Sahibqiran, Ceiferqulî Zengulî, Melêkuşuerayê Kurmanc û Mafûra Kurdî li Xurasanê.