Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêzbendek li binpêkirina mafê mirov li Kurdistanê hate belavkirin

17:19 - 17 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: “Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa”yê, ku Ajanseke mafê mirove, navê kesên ku li Kurdistanê mafê mirov binpêdikin bo rawaya giştî belavkiriye.

Di vê rêzbendê de navê ev kesane hatine belavkirin ku, beprisên Dadwerî û îtila`ata rejîma Îranê li bajarê Sine ne.

Di vê rêzbendê de navê berpirsên rejîma Îranê yên wekî: Cebarî, Ekber Cewherî, Kulîvend, Mucteba Şîrûd Bizorgî, Ebdula Dêhqan, Sadiq Semedî, Birayên Zar`î, Mehdî Ferzî, Azad Hikmet û Îsa nex`î Kemalabadî hatiye, ev kesanen ku li Kurdistanê mafê mirov binpê dikin.  

Cebarî serokê Hifazeta Dadweriya Kurdistanê, yek ji dirindetirîn û gendeltirîn dadwerane li bajarê Sine.

Ekber Cewherî, dadwerê navendî yê parêzgeha Sine ; Navbirî bo heyama 10 salan li posta xwe de tenê vajokarê tîmên lêkolînê yên îtila`at û îtila`ata Spahê ye.

Kulîvend, dadwerê çavdêr li ser girtiyên navendî yên bajarê Sine û Heyderî serokê Navenda girtîgehê ye, ev du kesane mafê girtiyên siyasî û Eqîdetî binpê dikin.

Mucteba Şîrûd Bizorgî, serokê Saziya Dadweriyê ya hêzên çekdar li Kurdistanê û navbirî sebebkarê serekiye ku nahêle mijara kuştina kolberan bidoreçûn bê encam dan.

Ebdulah Dêhqan, berpirsê diyarîkirî ji aliyê wezreta îtila`atê ye, ku di dadweriya giştî  a bajarê Sine de kar dike, navbirî rabita dinavbera dezgehên ewlehiyê digel tayên dadgeha Şoreş li bajarê Sine û roleke mezin di dosya kesên siyasî de heye.

Sadiq Semedî,birêveberê heraseta Te`awon, Kar û Xweşderbaziya Civakê li Sine, navbirî di destpêka dehkên 70`î de li komîteyên Şoreşa Îslamî û piştire li wezareta îtila`atê li parêzgeha Sine kar kiriye.

Birayên Zar`î, ev kesane ku her yek berpirsayetiyên cuda hene û li desteserkirina kesên jîngehparêz de rola serekî heye.

Mehdî Ferzî, cihgêrê Ferhengî û nûnerê Velî Feqîh li Sine û tu xwendevariyek tuneye, lê, di hemû karûbarên kultûrî û civakî de destêverdanê dike.

Azad Hikmet, birêveberê giştî yê Îdareya pêwendîgirtinê li  bajarê Sine, û navbirî rastarast karê guhgirtin li telefonan dike.

Îsa Nex`î Kemalabadî, serokê yekem yê heyeta paqijkirinê li Sine ku rasterast ji aliyê Xamne`î ve hatiye diyarîkirin û li ser karûbarên navendan kar dike.

Ajansa “Kurdpa”yê, di heyama rojên derbazbûyî de belavkiriye ku rêzbendek li binpêkirina mafê mirof li Kurdistanê belav dike.