Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêzdar He...

19:54 - 18 Gulan 2015

Rêzdar Hesen Şerefî endamê Deftera Siyasî ya PDKÎ: “Hindî ku rejîma Îslamî ya Îranê di hemberî cîhana derve û welatan de paşekêşê bike, zext û givaşa li ser xelkê navxwe û azadîxwazan jî zêdetir dike”.

Malpera Kurdistanmedia digel birêz Hesen Şerefî cihgirê sekreterê giştî û berdevkê PDKÎ derheq lihevkirina welatên 5+1 û Komara Îslamiya Îranê gotûbêjek pêk aniye, ku eva jêr deqa wê gotûbêjê ye:

Pirs: Kak Hesen herwekî ku hûn agehdar in, roja pêncşemiyê, 13’ê Xakelêwe (2’ê Nîsana 2015)’an piştî gotûbêjeke dirêjheyam jihevtêgihîştinek (tefahomnameyek) di navbera welatên 5+1 û rejîma Îranê derheq pirsa navikî hate ragehandin. Bi baweriya we ya ku hate ragehandin tewahiya wan mijaran e ku li ser wan li hev kirine?

Bersiv: Ya ku wekî jihevtêgihîştin (tefahomname) hate ragehandin, zehmet e ku tewahiya wan mijaran bi xwe ve girtibe ku bas li ser hatibe kirin, û li ser wan basan li hev kiribin, ji ber ku berî ragehandina jihevtêgihîştinê (tefahomnamê) bas ji vê kirin ku ew bi hev re sax bûne ku çi beşek ji wê jihevtêgihîştinê (tefahomnamê) ragehînin, û çi beşekê jî ranegehînin.

Pirs: Bas û axivtinên berpirsyarên Amerîkayî û Îranî, li ser vê beşê ji jihevtêgihîştinê (tefahomnamê) jî ku ragehandin cudahî pê ve dixuya, çawa ye ku her yek ji wan bi awayekî xalên jihevtêgihîştinê (tefahomnamê) bas dike?

Bersiv: Ya ku di destpêkê de ji aliyê nûnerê YE, û Wezîrê Karê Derve yê Rejîma Îranê ve hate ragehandin, cudahiyeke berçav pê ve xuya nedikir, lê piştre ku her yek ji wezîrên derve yên Amerîka û Îranê bi cuda bas li ser kirin, cudahiyek pê ve dixuya, ku ew yek jî vedigere ser vê ku her yek ji wan zêdetir bo berdengên xwe axivtin kirine, em dizanin ku hem li Amerîka û hem jî li Îranê, hinek alî û çend organên bi bandor ji encama wan gotûbêjan nerazî ne, û di rastî de her yek ji wan aliyan di axivtinên xwe de, bi awayekî li ser xalên jihevtêgihîştinê (tefahomnamê) qise dikin, ku hekî nekarin berdengên xwe razî jî bikin, aliyê kêm wan bêdeng bikin.

Pirs: Derheq ya ku wekî jihevtêgihîştin (tefahomname) hate ragehandin, cuda ji vê ku her yek ji wan çawa bas dikin, PDKÎ çawa vê yekê şirove dike?

Bersiv: Naveroka wê jihevtêgihîştinê (tefahomnamê) ku hate ragehandin eşkere dike, ku dorandiyê sereke rejîma Îranê ye, herçend ku vê rejîmê bi dirêjahiya temenê xwe her dorandinek jî wekî serkevtin çav lê kiriye, lê em dizanin ku rejîma Îranê demek dirêj e ku bas ji çalakiyên xwe yên navikî dike, û zêdetir ji 12 sal e ku bi sedan milyard dolarî ji samana xelkê Îranê di vê riyê de xerc kiriye, her di vê derheqê de jî, gellek astengî jî ji xwe û xelkê Îranê re pêk anîne, û bi sedema dorpêçên aborî jî bi milyardan dolarî zirar gihandiye xelkê Îranê û jiyana xelkê bi astengiyan re berbirû kiriye, bêkarî zêde bû, û gellek piroje sekinîn, niha li gora vê jihevtêgihîştinê (tefahomnamê) ew hatiye ser xala sifrê, yanî hekî rejîma Îranê di salên borî de, berî ku vê hemû zirarê bigehîne xelkê Îranê, û serê xwe ji bo naveroka jihevtêgihîştineke (tefahomnameyeke) bi vî rengî bitewîne, ne ew hemû zirar digihîştin xelk û samana wan, û ne jî ew hemû arîşe û kêşe di gel cîhana derve de, wê jê re pêk hatiban.

Pirs: Rast e ku rejîma Îranê bi serîtewandina xwe, û girîngî nedan bi daxwaziyên cîhana derve, û henekê xwe kirin bi biryarên NY, û wekî kaxezên diriyayî binavkirina biryarnameyên dorpêçên aborî, û heya eva ku gemaro wekî vegeşîn û xwebijîviyê bi nav dikirin, û di encam de ew hemû zirar gehandin xelkê Îranê, lê naveroka jihevtêgihîştinê (tefahomnamê) çawa ye, û çawa hatiye darêtin?

Bersiv: Naveroka jihevtêgihîştinê (tefahomnamê) bi awayekî hatiye amadekirin ku eva rejîma Îranê qebûl kiriye, hemû qewldan (te’ehod) e, lê welatên 5+1, eva ku qebûl kirine, yan berteng (sînordar) e, yan mercdar e, yan helavîstin e, û yan jî hemû girêdayî ne bi wan mercên ku jê re danîne, çi di asta santrîfiyojan de, yan derheq mehandina Oranyomê, û yan derheq gellek pirsên pêwendîdar bi vê mijarê de, ku hekî em nebêjin bo hertim, lê bo 10 yan 15 salên din, pêşiya vegeşandina fena navikî tê girtin.

Pirs: Lê rakirina dorpêçan ew jî di vê rewşa xirap ya aborî de, ku rejîma Îranê tê de ye, dikare riheke din bixe ber laşê şepirze yê Îranê, boçûna we çi ye?

Bersiv: Diyar e ku ew rewşa aborî ku we bas kir, vedigere bo wê demê ku ew jihevtêgihîştin (tefahomname) heya sê mehên din bigihîje lihevkirineke giştgîr, bi hûrdekariyên xwe ve, wê demê jî zehmet e ku ew dorpêçên aborî bi tewahî bêne rakirin.

Lê asayî ye ku hekî dorpêçên aborî qonax bi qonax jî bêne rakirin, bandora wan ya erênî li ser rejîma Îranê hebe, lewra nabêjim Îran, û dibêjim Komara Îslamiya Îranê, ji ber ku aboriya Îranê kêmtir di xizmeta xelkê Îranê de ye, û zêdetir di xizmeta dem û dezgehên parêzerê vê rejîmê de ye.

Lê bi vî halî jî rakirina gemaroyan heya qasekî kêm, bandora xwe li ser bazar û bijîva xelkê dadinê, eva di demekê de ye ku arîşeya sereke ya xelkê Îranê û neteweyên wî welatî digel rejîma Îranê kêmtir madî û me’îşetî ye, belkû zêdetir siyasî û nebûna azadî û doma maf binpêkirina rejîmê ye ku wisa xuya nake ku piştî vê lihevkirinê jî ku di rê de ye, guhertinên erênî û vekirina siyasî li pey xwe hebe, berevajî ceribandinan nîşan daye, ku hindî ku rejîma Îslamî ya Îranê di hemberî cîhana derve û welatan de paşekêşê bike, zext û givaşa li ser xelkê navxwe û azadîxwazan jî zêdetir dike.

Her çawa ku rejîm amade bû ku di hemberî welatan û cîhana derve de serê xwe bitewîne, hekî her bi vî awayî jî serê xwe bo daxwaziyên siyasî tewandiba, me dikarî ku bêjin guhartin di rejîma Îslamî ya Îranê de pêk hatiye, û jiyana xelkê guhertineke erênî bi ser de hatiye.

Pirs: Te bas ji vê kir ku baştirbûna rewşa aborî, zêdetir rejîma Îranê mifahê jê werdigre heya xelkê Îranê, mebesta we çi ye?
Bersiv: Merema min ew e ku rejîma Îranê, pitir ji xelkê Îranê girîngiyê dide siyaset û kiryarên xwe, û samana welat jî di heyama temenê xwe de bo vê armancê bi kar aniye, lewra baştirbûna rewşa aborî ya rejîmê, destê rejîmê vekirî dihêle, di alîkarîkirina bi deste û girûpên tundrev di herêmê de, û girûpên terorîstî, û destêwerdana zêdetir di nav karûbarên welatan de, û tevdanîkarî û têkdana ewlehiya herêmê.

Em hêvîdar in, ku her çawa ku civaka cîhanî û welatên 5+1 girîngî dane çeka navikî ya Îranê, û derheq destpêregihîştina rejîma Îranê bi çeka navikî hest bi metirsiyê kirin, û di encam de ew neçar bi serîtewandina di hemberî şert û mercên xwe de kirin, lê her bi vî rengî jî girîngiyê bidin mafên mirovan, û maf û azadiyên neteweyên Îranê û aramiya herêmê, û her bi vê micidbûnê jî, rejîma Îslamiya Îranê bixin jêr zext û givaşê, û neçar bi serîtewandina di hemberî azadiyên xelkê Îranê û aramiya herêmê de bikin.

Pirs: Bi awayekî giştî hekî ew jihevtêgihîştin (tefahomname) bibe lihevkirin, û lihevkirineke yekcarî jê bikeve, û di çarçoveya lihevkirinê de dorpêçên aborî bêne rakirin, gelê wê bandora erênî li ser pêwendiyên rejîma Îranê digel rojava hebe?

Bersiv: Bi rakirina gemaroyan heya pile bi pile jî, pêwendiyên tîcarî ên welatên Rojavayî, digel Îranê wê zêde vegeşin, renge digel wan welatên ku rejîma Îranê heya niha bi çavê neyar lê nihêriye, kêmtir yan direngtir, û digel wan welatên ku rejîma Îranê asayî reftar bi wan re kiriye, zûtir yan zêdetir. Asayî ye jî ku ew pêwendî di warên din de jî bi bandor bin.

Pirs: Bi berçavgirtina vê rewşê, û piştî lihevkirina yekcarî ya welatên 5+1 digel rejîma Îranê, hûn rewşa tevgera Kurd û xebata xelkê Kurdistanê çawa dibînin?

Bersiv: Xebata rewa ya Kurd û xelkê Kurdistana Rojhilat, û heya ew azadîxwazên Îranê ku di destpêkê de li ser naveroka kevneperestane û dijî demokrasî û dijî mafê neteweyî guman tunebûne, û her ji destpêka bidestvegirtina deshilatê ji aliyê rejîma Komara Îslamî ya Îranê ve dom hebûye, niha jî berdewam e, û nahê girêdan bi pêwendiyên rejîma Îranê, digel her cihekî din, heya hekî ew pêwendî bi erênî yan nerênî jî bandor wan hebin.

Pirsa demokrasî, mafê neteweyî, dadperweriya civakî wekheviya mafê jin û mêr di malbat û civakê de, di gel naveroka rejîma Îranê yek nagrin, û di çarçoveya vê rejîmê de desteber nabin, lewra heya hiloşîna rejîma Îslamî û astengî pêkanîn li ser riya dabînbûna wan mafan, xebata azadîxwazan û neteweyên Îranê, û li serveyî hemiyan neteweya Kurd di kurdistana Îranê de, berdeqwam dibe, û bi piştevaniya civatên xelkê Îranê û azadîxwazan piştqahîm dibe.