Kurdistanmedia

Pêncşem 17 Çirriya pêşîn 2019
Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêzdar Hicrî serdana mamosta Ezîz, kesayetiyê daiyar û nîştimanperwerê Kurd kir

14:47 - 14 Îlon 2013

Kurdistanmedia: Sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, li bajarê Hewlêrê hevdîtin tevî mamosta Ezîzî Mihemed kesayetiyê nîştimanperwerê Kurd pêk anî.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, roja pêncşemî, 12’ê Îlona 2013’an, birêz Mistefa Hicrî Sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, li bajarê Hewlêrê piştî haydarbûn ji rewşa tendurustiya Ezîz Mihemed, kesatiyê naskirî û têkoşerê kevnar ê gelê Kurd, serdana navbirî kir.
Di vê hevdîtinê de serbarî hayîdarbûn ji rewşa tendurustiya mamosta Mihemed kesayetiyê şoreşger û sekreterê pêşîn yê Partiya Şîuî ya Îraqê, tevgera nihaya Kurdistanê û guherînên deverê axavtin li ser kirin
Mamosta Ezîz Mihemed serbarî pêşwekî germ ji rêzdar Mistefa Hicrî û derbirîna keyîfxweşiya xwe ji vê serdanê, hewlên PDK Îranê bo bi hev nêzîk bûn û tevî hev alîkarîkirina hêz û aliyên Kurdistana Rojhelatê bi karekî bilin û giranbûha nirxand.