Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêzdar Mistefa Hicrî lêpirsyarê giştî ê PDKÎ bi boneya sala nû peyamek pêşkêş kir

00:18 - 21 Adar 2018

Kurdistanmedia: Di yek ji binkeyên PDKÎ de, Mistefa Hicrî lêpirsyarê giştî ê PDKÎ bi boneya sala nû peyamek pêşkêş kir, û hêviya saleke pirr ji deskevt ji gelê Kurd re xwast.

Deqa peyamê weha ye:

Hevwelatiyên têkoşer!


Xûşk û birayên hêja! Bila li destpêka sala nû û cejna newrozê de, em silav û pîrozbahiyên xwe bişînin bo civatên xelkê Kurdistanê, malbatên şehîdan, kêmendamên riya xebatê, girtiyên siyasî û kadr û pêşmerge û endam û alîgirên PDKÎ, û hemû çalakên siyasî di raserî Îranê de, û bi taybetî lawên hişyar û çavnetirs ên Kurd ku sala 1396`an wekî hemû salên borî li jêr zext û serkutkirina rejîma dijîazadiyê de, cesûrane xebata xwe ji bo azadiya gel û nîştiman domandin, û ji tekoşînê nesekinîn.

Kurdistaniyên xweragir!

Îsal jî di demekê de em ber bi pêşwaziya ji newrozê ve diçin, ku sala borî welat û neteweya me çendîn pêşhatên curbicur bi xwe ve dîtine, ku her yek ji wan em dikarin wekî serkevtin û alozî bihesibînin. Deskevtên ku pêşhatên Rojhilat, Başûr, û Rojavaya Kurdistanê bi xwe ve dîtine, û lawaziyên ku mînakên wê yên herî xûya û berçav di Başûr û Rojava de ne. Lê dema ku ji çavên newrozê ve, em li hemiyan dinêrin, di Rojhilat tenê nasnameyekê dixe bîra me de, ku ew jî nasnameya Rasanê ye. Rasan bi wateya berdewambûna li ser xebatê, bi armanca pêkvegirêdana xebata çiya û bajar.

Wisa dixûye ku welat û neteweya Kurd berbirûyê deskevt û gellek lawaziyan bin, lê felsefeya hebûna newrozê dibêje me ku berdewamiya li ser Rasanê remza mana Kurd be, newrozê em fêr kirine, ku em tenê ber bi pêşwaziya ji nûbûna xwezayê ve naçin, belkû hertim rûyê me li Rasan û rabûnê ye di hemberî dijberên Kurd, û geriyan li pey encamgehandina dozekê be, ku dehan sal e Kurdistanî xebatê ji bo wê dikin, û ji newrozê ve em hîn bûne ku li ser nûbûn û tekoşînê berdewam bin, jiber ku rawestan bê wate ye.

Herwek çawa xweza ji nûbûnê nasekine, Kurd jî ji tekoşîna bo gihîştina bi armancên xwe nekeve. Neteweyek ku jêrxana fikrî û felsefeya wê ew be, ku qebûla zulmê nake, dibe berdewam be ser rabûnê û afirandina cîhanek ku tê de hest bi aramî û rizgarî û azadiyê bike.

Rasana Rojhilat jî ji dil û kûrahiya eqliyeteke weha ve çavkanî girtiye, ji dilê eqliyetekê ve ku dibe xwe nû bike, û hizra nû bixe meydanê. Bo vê mebestê xwe ji bo hemû alavekê amade bike, ku dikare jê re alîakr be, û em wekî PDKÎ bi bingehwergirtina vê boçûnê ji çend salên borî ve, xwe ji bo pêkanîna guherînkariyan di hizba xwe de amade kir, lewra li bereberê newroza îsal de em diarin vê mizgîniyê bidin we, ku riya nûbûna xebata Rojhilat roj li pey roj xweştir dibe, bi mercekê ku em aram nebin, da ku bikarin heya newroza bê, deskevtên zêdetir bi dest bixin.

Me di destpêka meha Reşemeya sala 1396`an de kongireya 16.emîn ya hizba xwe kongireya Rasana Rojhilat bi serkevtin ve bi rê ve bir, kongireyek ku derwazeyên xwe bi rûyên nûbûna hizba me xiste ser piştê, bona vê ku PDKÎ bikare hevpêngav digel guhertinên civakê xwe rêk bixe, û ber bi vegeşîn û nûbûnê pêngavan hilgire, lê heya gihîştina bi armancên xwe sal bi salê em hewlên zêdetir jê re didin û mandî nabin, di sala borî de Kurdistaniyan li Başûr rabûneke mezin bi xwe ve dîtin, ku ew jî îradeya referandomê bû da ku buharekê di payîzê de saz bikin, ew Rasana Başûr hemû neyar li hemberî Kurdan qît kiriye, da ku nehêlin ku Kurd di vê beşê de riya serkevtina xwe misoger bikin, lê neteweyek ku hilgirê felsefeya newroz û Rasanê be, zehmet e ku ji vê riyê vekêşe yan bikeve qedeman jiber ku di nasnameya me de yek tişt cihgir bûye ew jî neketin heya serkevtinê ye. Herwekî çawa Rojhilatiyan di nav dilê dijmin de şahiya alayê girtin, da ku nîşan bidin ku “Ew reqîb her maye qewmê Kurdziman”. Ji aliyekî din ve sala borî Rojhilata Kurdistanê rastî karesateke dilêş hat, ku ew jî erdheja Kirmaşanê bû, lê Kurdan ew karesat kirin hemaseyek, û karwanê alîkariyan ji hemû bajaran û gundên Kurdistanê rêz bûn. Wekî çawa ku pêşmerge rêz disekinin bo cihgirbûna li himbêza nîştiman, bo karesata Kirmaşanê jî, Ebûbekir Me`irûfiyan bi îradeya nîştimanperwerane ve, xema hevwelatiyên lêqewmayî wekî xema xwe dane zanîn, û qurbanî jî di vê riyê de dan, da ku bêjin herçend xwedî dewlet û deshilat nînin, lê yekgirtî û xwedî îrade ne, îradeyek ku bûye çiqla çavên Komara Îslamî û dest û pêwendiyên wê.

Her di vê salê de bû, ku arteşa Bexdayê êrîşî ser Kerkûkê kir li Herêma Kurdisatanê da ku bi xeyala xwe îradeya Kurd têk bidini, lê hem dîsan bebrirûyê neteweyekê bûne ku fêrî bindestiyê nebûne, bi taybetî ku çend salek e ku azadî û rizgariyê tam dikin, lewra di demekê de ku kurd tenê bû, lê çeper vala nekir, bo yên ku têhniyê feth û fitûhatan bûn.

Her di sala borî de bû ku hevpeymaniya cîhanî paşekêşe bi DAÎŞ`ê kir, û piraniya navçeyan bi alîkariya Kurd ji DAÎŞ`ê wergire, bi awayekê ku hekî alîkariya Kurd neba, wisa dixuya ku lawazkirina DAÎŞ`ê gellek bizehmet ba, lê herwekî çawa di destpêkê de li ser vê bawerê de bûn, niha jî em ser vê baweriyê ne ku DAÎŞ`ê rasteqîne Komara Îslamiya Îranê ye. Komarek ku diya hemû DAÎŞ`yan û teror û bedbextiyan e di navçeyê de, lewra em li ser vê baweriyê ne ku heya Komara Îslamiya Îranê mabe, cîhan nikare DAÎŞ û DAÎŞ`iyan binbir bike.

Yekî din ji van kêşeyên ku di van mehên dawiyê de pêsîra Kurd girt, êrîşa li ser Efrînê ye. Êrîşek ku ezmûna Kurd li Rojava xiste metirsiyê de. Lewra di vir de jî em wekî PDKÎ di çepera Kurd û Kurdistanê de ne, û her karesatek bê serê neteweya me, em wekî karesata xwe dizanin, bi bê cudahiya parçeyên Kurdistanê. Efrîn birîndar e, herwekî ku çawa Kerkûk birîndar kirin, lê ew birîn wê bicebirin, axir Kurdistan birîn dibe, lê namire, Efrîn û kerkûk jî wê rabin ser piyan, û ji bo azadî û rizgariya xwe qît dibin.

Ez dixwazim ku ji vê derfetê mifahê wergirim bo zelalkirina siyaseta hizba xwe, li hemberî bernameyên rejîmê li dijî xebat û berxwedana rewa ya xelkê, û PDKÎ. Di vê rojê de em agehdar in ku rejîm îsal jî wekî salên borî mijûlî amadekariyê ye bona vê ku bi pîlana terorkirinê û pêkanîna zexta li ser rêberatiya hizbê li Başûr, û hewldan bo pêkanîna dubendiyê di nava hêzên Kurd de, gellek xewn û xeyalên din jî hekî ji desta bihê, li ser riya geşekirina hizbê, û li ser riya kar û tekoşîna hizbê, astengiyan pêk bîne, lê ne reftarên Komara Îslamî ji me re nû ne, ne jî pîlanên wê pêngavên me sist dikin, jiber ku di heyama van çar dehikan de, bo hemûyan eşkere bûye ku Kurdê Rojhilat û bi taybetî PDKÎ hêzek nine ku ji pîlanên rejîmê bitirse, yan paşekêşeyê bike, berevajî bi vî karê xwe me pal didin ku zêdetir ji caran xwe ji bo xebateke tund û qahîm amade bikin, xebatek ku şeqam û kolanên bajarên Rojhilat melbend û wargehê serekî yê wê ye. Xwediyê vê xebatê xelkê Rojhilate û îradeya wan e ku Komara Îslamî be`ecandiye ku wisa dike hawara xwe bo hemû kiryareke nemirovane bibin. Lê ew pîlan hekî hawara Komara Îslamî de hatiban, di çil salên borî de, dikarî dengê hawara xelkê bifetisînin, lê niha dengê mafxwaziya xelkê zelaltir ji hertim di guhê xelkê cîhanê de zinegzing lê tê.

Di sala 1396`an de cîhan şahidê pêkhatina mezintirîn û bibandirtirîn guherîna siyasî û civakî di sertaserê Îranê de bû. Serhildana xelkê Îranê di vê salê de ku rejîm û dest û pêwendiyên wê hewl dan ku di çarçoveya giranî û kirîza aborî de pênaseyê jê re bikin, erdhejek bû ku piştî çend dehikan ji deshilatdariya vê rejîmê stûnên fikrî û felsefî ên hikûmetê têk rûxandin, û rûyê rasteqîne yê Komara Îslamî li derve û di navxwe de bo hemûyan eşkeretir kir.

Hekî di heyama çil salên borî de rejîmê dilê xwe bi vê xweş kiriye ku esleke nû li jêr perwerdeya Îslama Şî`e ya Wilayeta Feqîh de bi cî kiriye, û ew esl garantiya hikûmeteke heta-hetayî ya rejîmê ye, keç û jinên cesûr û guherînxwaz her di vê eslê de, li dijî felsefeya serpûşa bizorî di meydanên pirr heşîmet ên Tehranê serpûşên xwe vêde dan, û bi darekê ew serpûş bilind kirine bi nîşaneya pûçkirina te`alîmên çil sale yên rejîmê.

Hekî di heyama van salan de, bi şanogerî û lêbandina xelkê xwast ku cîhanê wisa halî bike ku rejîm reformhilgir e, û pêngav bi pêngav ber bi reforman ve diçe, û reformîst bilindgoya vê siyaseta xapînok bûn, xwendekaran di zankoya Tehranê de hawar kirin ku “reformxwaz û muhafizekarno! hikayetên we bi dawî hatin” û bi vî rengî ew sehra rejîma cadûger hilweşandin, ew diruşm heman hez û armancek e ku bi dehan salî ye ku PDKÎ hewl daye ku vê rastiyê bo xelkê Îranê rohn bike, ku kêşeya bingehîn li Îranê Komara Îslamî ye, ne reformxwaz û muhafizekar. Ew guhertin hevdem bûn digel girjbûna cîhana derve li hemberî Komara Îslamî de. Lewra Komara Îslamî zêdetir ji caran dirr bûye û tundûtîjtir xelkê serkut dike, û ji serkutkirina destbiserkiriyên raperînê ve bigre heta kuştina wan di girtîgehan de, ku hemû dibêjne me ku Komara Îslamî êdî nikare bi navê pêkanîna guherînên berçav di welat reformên pêngav bi pêngav yan parastina emniyeta Îranê, xelkê ji rê derxîne.

Em têkoşer û azadîxwazên kurd mil bi milên hemû azadîxwazên Îranê heya gihîştina bi armancên gel, ku rizgarbûna ji destê vê rejîmê ye nasekinin, û xatircem in ku di dawiyê de serkevtin her bo me ye, û neman bo rejîma dijîmirovî ya Komara Îslamî ya Îranê.

Cardin newroza bixeml, û sala we ya nû pîroz be