Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêzdar Mistefa Hicrî li gel berpirsê girûpa mafê mirov a Kurdan li parlemana Birîtaniyayê civînek pêk anîn

12:41 - 16 Adar 2013

Kurdistanmedia: Birêz Mistefa Hicrî di vê dîtinê de pirsa kolberên Kurd û kuştin û birîndar kirina wan ji aliyê rejîma Îranê û binçavkirina çalakvanên Kurd li Kurdistana Îranê anî ber bas.

Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, roja pêncşem 14’ê Adar a 2013’an, rêzdar Mistefa Hicrî sekerterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, li gel birêz “Lord Îrîk” berpirsyarê girûpa mafê mirov a Kurdan li parlemana Birîtaniyayê kom bûn.
Di vê dîtinê de rêzdar Hicrî rewşa niha ya Îranê bi giştî û bi taybet Kurdistanê anî ber bas.
sekerterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, kuştina kolberên kurd li ser sînoran û girtin û destbiserkirina çalakvanên Kurd di wan çend rojên derbas bûyî de li gel berpirsê giropa mafê mirov a Kurdan aniye ber bas.

Netewên Îranê, ezyet û eşkencekirina girtiyên siyasî li Îranê û helbijartina serkomariya rejîma Îslamî a Îranê, pişkek din li vê gotinan bûn ku ji aliyê rêzdar “Mistefa Hicrî” ve hatibû ber bas.
Her di vê pêywendiyê de sekerterê giştî yê PDK Îranê amarek li ser rêjeya kuştin û birîndar kirina kolberên kurd ji aliyê hêzên rejîma Îslamî a Îranê vê û herweha li van dawiyane de binçavkirina çalakvanên siyasî û sivîl û koltorî yên Kurd pêşkêşî berpirsê girûpa mafê mirov a Kurdan li welatê Birîtaniyayê kir.