Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rikeberê serekî yê Erdoxan, daketina buhaya Lîreyê Tirkiyê ye

12:32 - 7 Hezîran 2018

Kurdistanmedia: Karnasên siyasî ser vê baweriyê ne ku rikeberê herî metirsîdar û bihêz ê Erdoxan di hilbijartinên serkomariyê de buhaya Dolar, û daketina buhayê Lîreyê Tirkiyê ye.

Di vê derheqê de malpera “The Wall Street Journal” di şiroveyekê de nivîsandiye: “Erdoxan ku kariye rewşa aboriya Tirkiyê baş bike, niha rikeberê wî ê serekî û girîng Dolar û daketina buhayê Lîreyê Tirkiyê ye”.

 “Yaroslav Trofimov” karnasê pirêsn Rojhilata Navîn û kunciknivîsê malpera “The Wall Street Journal”ê nivîsandiye: “Ji sala 2003`an şûnda Erdoxan bi serberedayîtiyê (îstibdadê) deshilatdarî kiriye. Wî di siyaseta xwe ya derveyî de kesekî demdemî bûye, û di navxwe de jî gellek kesên derdora wî, dosiyeyên destpîsiya malî hene.  Lê serbarê vê yekê jî Erdoxan kariye ku dengan bi dest bîne, û sedem jî pêşkevtina biyavê aborî bûye”.

Li gora serjimêriyên Banka Navendî, dahata serane ya Tirkiyê ji sala 2003`an şûnda heya niha %70 zêde bûye, lê niha êdî aboriya Tirkiyê ku bi tewahî girêdayî sermadanîna derekî ye, ketiye nava qonaxeke bizehmet de.

Di van hefteyên dawiyê de perê Tirkiyê ji nişkêva daket. Yek ji sedemên vê daketinê jî ew bû ku tirsa vê hindê heye ku Erdoxan serxwebûna Banka Navendî berteng bike.

Lê di hember de AKP radigehîne ku daketina buhaya diravê wan di hemberî Dolar de pîlana derekî ye, û bîhanî dixwazin bi vê pîlana pêşiya cîbicîkirina pirojeya Tirkiyê bigrin ku dixwaze bibe mezinhêzeka cîhanî û rêbertiya cîhana Îslamê bike.

Rast îdi`a û gotinek ku em bi sala ye ji devê rayedarên rejîma Îranê jî dibihîzin ku xwe li hemberî kêşeyên navxweyî de bêguneh nîşan didin, û guneh û tawana kêşeyên navxweyî dixin stûyê deshilat û hikûmetên din ên cîhanê.

Malpera “The Wall Street Journal” dinivîse ku Erdoxan niha êdî hezkirina wî di nava xelkê Tirkiyê de li çav caran kêmtir bûye. Ew rewşa nebaş ya niha ya aborî û daketina buhaya Lîreyê Tirkiyê, bûye hêcetek baş di destên opozisyona çend ker (çend tike) ya Tirkiyê de, da ku hisabî siwarî pêla vê lawaziya dewletê be, û tevna (tane û niçika, tane û teşera) li serkomar bide.

Her di vê derheqê de “Muherem Înçe” rikeberê serekî ê Erdoxan bo posta serkomariyê dibêje: “Gendelî û destpîsiya malî, waswasîbûn, û dîtingeh aîdeolojîk, tevlîhevî û bêserûberiya serxwebûna navendên aborî, û nemana zelaltiyê (şefafiyetê) ji wan sedeman in ku aboriya welat dixin nava reşçaleke gellek tarî de”.

Derheq rewşa aboriay Tirkiyê karnasê pirsên Tirkiyê “Suner Cakaptay” ragehandiye: “Em di qonaxên destpêkê yên rewşa pirr ji kirîz ya aboriya welat de ne, û hêla gellek aliyan hest bi vê nekirine ku aboriya Tirkiyê rastî kêşe û arîşeyan hatiye, lê daketina aboriyê, wê hêdî-hêdî bandora xwe li ser xelkê wê danê”.