Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

RMMK: Kebûdwend ji ferq û cudahîdanîn û apartayda siyasî û îdolojîkî bêbeş nebûye

20:31 - 8 Kanûna pêşîn 2015

Kurdistanmedia: Rêkxistina berewankarê mafê mirov a Kurdistanê di daxûyaniyekî de mafxwaz, azadîxwaz û aştîxwazên Îranê û kurdistanê û xwedîvijdanan agehdar dike ku taktîka tepeseriyê bo bi tenê hiştin û jibîrçûna Mûhemed Sedîq Kebûdwend biherfînin.

Li gor nûçegehaniya kurdistanmedia, rêkxistina berewankarê mafê mirov a kurdistanê di daxûyaniyê de ragehandiye: “Bi her awayekî Mihemed Sedîq Kebûdwend bi tenê nehêlin, û weke her car em xwe bi hevxemê navbirî dizanin.

Di beşek din a vê daxûyaniyê ku gihiştiye kurdistanmedia de hatiye: “Her wek ku agehdar in Mihemed Sedîq Kebûdwend rojamevan û çalakvanê mafê mirov a kurdên Îranê bi sedema çalakiyên rojnamevanî û mafên mirovan û birêvebirina rêkxistinên berevanîkirin ji mafên mirov a Kurdistanê bi awayekî neyasayî û nedadperwerane 11 sal girtin bi ser de hate sepandin û eva 9 sal e ku di girtîgehê de hatiye ragirtin.

Di beşekdin daxûyaniyê de hatiye: “Rêkxistina mafê mirov a kurdistanê tevî tekezkirin li ser vê babetê ku damezrêner û rêberê mafê mirov a kurdistanê bi tu awayekî bi tenê nahêle, û bo geşekirin û berfirehkirin û bilindkirina giranbehayî ya mirovan û mafên mirov û alîkarî û dabînkirina û rêzgirtin li navbirî, di hemberî armancên bilind ên xwe de, û di bin navê rêber û rênîşanderê rêzdar Kebûdwend û serbarê hemû îza û givaş û tepeseriyan hertim dibe hewl bo xebata xwe bide.

Rêkxistina mafê mirov a kurdistanê di bereberê salvegera roja cîhanî a mafên mirov û bo rêzgirtin ji vê rojê, carek din piştevaniya xwe bo rêzdar Mihemed Sedîq Kebûdwend radigehîne û daxwazê ji mafxazan, azadîxwazan û aştîxwazên Îranê û kurdistanê û xwedîvijdanan dike ku taktîka tepeseriyê bo jibîrçûna Mûhemed Sedîq Kebûdwend biherfînin.