Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rohanî : Asta bêkariyê li Îranê kêmbûye

12:25 - 9 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Serkomarê rêjîma Îranê di gotinên xwe yên çewt de bas ji geşeya pişka kar, werzêrî û xizmetkariyê kiriye.

“ Hesen Rohanî”, serkomarê rêjîma Îranê, roja Yekşemî, 14`ê Rezberê, di gotinên xwede ragihand: “ rewşa kar li gorî demsala Bihar û Havîna sala derbasbûyî de, geşe kiriye û hejmara kesên xwedî kar li Îranê, gihîştiye 25 milyon kesan û hejmara bêkaran kêmtire ji 3 milyon kesan”.

Ew gotinên çewte Serkomarê rejîmê di demekê deye ku di meha derbasbûyî de, hejmareke zêde ji kargeh û karxaneyan hatibûn daxistin an nîve-daxistî bûn û hejmareke zêde ji kirêkaran bêkar bûn û di piraniya bajarên Îranê de kombûnên nerazîbûnê a kirêkaran birêve diçin.

Her wisa di pişka werzêriyê de bi sedema nizimbûna nirxa kirînê ji aliyê rêjîmê bo kirîna berhemên werzêriyê, berhemên wan ji aliyê wan bixweve hatin ji nav birinê, lê amade nebûn bi vê nirxa nizim berhemên xwe bifroşine dewletê.