Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rohanî bi çewtekariyan dixwaze axê biavêje nav çavên xelkê

17:52 - 13 Îlon 2018

Kurdistanmedia: Rayedarên rejîmê di bin givaşên siyasî û aborî de, her demî curekê nîqaşan dikin.

Li gorî raportên navxweyî yên rejîmê, serkomarê rejîma Îranê, roja Çarşemî rêkefta 21`ê Xermananê di civîna wezîrên dewletê de gotiye ku: Rastiyan ji xelkê re bêjin, şer bi bê kuştî û birîndar nabe.

Navbirî di vê civînê de gotiye ku, xelk di şerê Îran û Amerîka û dagîkarên dîrokê de bi bê pirsgirêk û arîşe nabin, çimkû şer bi bê kuştî û birîndar nabe, ê herwisa ji medyayan re hişdarî daye ku, xelkê  Îranê bêhêvî û dilsar nekin.

Rohanî di axavtina xwe de bas ji vê kiriye ku, Îro hin kes li hemberî Îranê de sekinîne ku rewşa welatên wan li xirabtirîn rewşa xwe de ye, û îşare bi vê jî kiriye ku Amerîka bilî çend welatên hevbîr yên xwe, tu welatekî din, ji aliyê siyasî û hizrî de digel de nine û heya rewşenbîrên Koçka Spî jî, kesên gêj û nezan bi nav kiriye.

Rohanî di demkê de gotiye ku, xelkê Îranê di vî şerî de bi bê pirsgirêk û arîşe nabin ku, di heyamên borî de çendîn caran ji xelkê Îranê re gotibû ku: Nabe nigeranê îdarekirina  welat û hewcehiyên serekî bin.

Yek ji van nîqşên bê bingeh yên Rohanî di meha Rêbendana sala borî de bû, ku ji xelkê re digot: “Xeyala we derheq perê Dolar de rihet be” û herwisa di meha Banemera îsal de jî bas ji vê kiribûn ku, “Xelkno nîgeranê îdarekirina welat nebin, em dizanin çi dikin, eva ku me hewcehî pê heye, emê bi tevahî van hewcehiyên welat dabîn dikin”.