Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rohanî çewtekariyên xwe berdewam dike

18:15 - 11 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Dîsan serkomarê rejîma Îranê di çewtekariyên xwe de, bas ji nebûna bandorên  dorpêçên Amerîkayê yên li dijî aboriya Îranê kir, û ragehand, ev dorpêçane tu bandoreke wan li ser  me tunabe.

Hesen Rohanî serkomarê rejîma Îslamî, roja Şemî rêkefta 19`ê Xezelwerê (10`ê Çiriya Paşîn) piştî civîna serkirdeyên sê aliyên wekî, Dadwerî, Yasadanîn,û Cîbicîkar, tevî vê ku pêdagirî derheq helwêstên berê yên li hemberî Amerîkayê de, yên bi kiryar de, ragehand ku: Amerîka eva ku dikare  li hemberî me bi kiryar encam daye û tu tiştek nemaye ku encam bide.

Herwisa got jî: Berevajiyê zanyariyên Amerîkayê dorpêçan tu bandorek li ser aboriya me nebûye, û me tu pirsgirêkek di warî aborî de nîne, û herwisa bo dabînkirina hewcehiyên serekî yê xelkê jî, me tu girftek nînin, embarên me heya li serve li hewcehiyên xwerinê  tijî ne, û  dikarin heya çendîn mehan hewcehiyên  xelkê dabîn bikin.

Ev axavtinên navbirî di demekî de ne ku, xelkê Îranê rojane şahîdê komek diyardeyên wekî, birçîbûn, hejarî, bilindbûna nirxan û razana ser kartonan, û  herwisa razana di navqeberan de ne ku, hemû  encama  siyasetên şaş yên aborî û civakî yên rejîmê ne.

Hevdem digel çewtekariyên Rohanî,  Cewad Zerîf, Wezîrê Karê Derve yê rejîmê jî,  di gotûbêjeke radyoyî de,  bi baskirina derheq, ev girftên ku xelk digel, rûbirû ne, nerasterast axavtin û nîqaşên  serkomar  bi derev derxist, û herwisa navbirî got ku, kirîza bilindbûna nirxan rû li welat kiriye, û em dizanin rewş baş nine, ez fêm dikim ku xelkê hizreke baş nîne, û halê min jî xweş nine.

Ev nîqaşên lidijî yek yên rayedarên rejîmê di demekê ne ku li gorî  dawîn amarên fermî, rewşa civak û aboriya xelkê bi hemû tax û qadan,  ji bilî qada karbidestên hikûmetî û tayên din hemû tişt di rewşa herî xirab de ye, herwisa got baştirîn  belge jî , girevgirtin û nîşandana nerazîbûnên rojane yên tax û daqên  cuda yên  civakê ne, ku di heyama du salên borî de,  bi awayekî berdewam  di Îranê de bi rê ve çûne.