Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Roja cîhanî ya zarokan û rewşa wan di Îranê de

01:41 - 6 Hezîran 2012

Arif vêlzî
Mixabin roja cîhanî ya zarokan di cihê vê de ku bibe roja lihevhatin û hevbendiya zarokên seranserî cîhanê, lê bûye rojek aloz û nediyar ku di her welat û beşek cîhanê de bi awayên cuda û di rojên cuda de tê bîranîn. Li gor çavkaniyên dîrokî roja cîhanî ya zarokan wate 1’ê Hezîranê, vedigere bo sedsala 19’an, dema ku di sala 1867’an de, du şaxe ji Mesîhiyên Amerîkayê, li gor baweriyên xwe ên olî roja şemî û yêkşemiya despêka meha Hezîrznê weke roja zarokan diyarî kirine, lê piştî derbasbûna çend salan di daxûyaniyekê de tewahiya mesîhiyên Amerikayê, roja yêkşemiya despêka meha Hezîrznê weke roja cîhanî ya zarokan diyarî kirin. Lê biryara navnetewî kirina roja 1’ê Hezîranê di sala 1949’an, di civîna jinên demokrat li Bajarê Moskoyê de hat dan.

Ji ber ku zarok di hinek welatan de goriyên sereke ên hejarî, şer, zulm û zoriyê ne, di cîhanê de giringî dan bi hemû aliyê jiyana zarokan bûye mijarek bingehî di rojev aher mirov û civakekê de, bi dûr ji cudahiyên zimanî, regezî û nejadî. Lewra em dibînin ku bi sedan binyat û rêxistinên navnetewî û taybetî hatine avakirin da ku berevaniyê ji mafên zaroka bikin.

Lê di welatê Îranê de berevajîyê hemû cîhanê em dibînin ku zarok niha jî di rewşek pir ji metirsî de dijîn û ji mafên xwe ên herî despêkî jî bêparin.

Li cihê vê ku weke welatên din ên cîhanê, deshilat di pêxema baştirkirina rewşa zarokan pêngavên bi sûd û erênî bavêje, di Îrana bin deshilata Îdolojîk ya Îslamî de,metirsiyên weke nebûna ewlehiyê di jiyana zarokan, nebûna cihê jiyana zarokan, perwerde û fêrkirina nêgatîv, bêhdaşta bêhêz, rê negirtin ji tundûtîjî bi dijî zarokan, karkirina zarokan, bazirganîkirin bi zarokan, destdirêjiyên cinsî bo ser zarokan û gelek gefên din ên micid li ser jiyana zarokan hene.

ji aliyek din ve perwerdeya Îdolojîk û zextz deshilatê ya li ser zarokên ser bi netewe û kemaniyên din di nava Îranê de bandor dixe ser zarokan û wan ji xwendinê mandî dike û neçar dimînin ku de dest ji xwendinê bikişînin û herin nava faza karkirinê û di bazara kar de jî, gelek caran tevlî bandên qaçaxa mirovan û madeyên hişber dibin û di encam de jiyana wan dikeve nava metirsiyê de.

Xala herî balkêş ew e ku di madeya 37 a Peymannameya Mafên Zarokan de hatiye ku, cezayê Îdam û zîndana hetahetayî bi ser zarokên ku temenê wan kêmtir ji 18 saliyê ye nabe bihê sepandin, lê gelek caran ev ceza li Îranê de bi ser zarokan de tê sepandin û birêvebirin, lewra jî rejîma Îranê di pileya yekem ya îdama zarokan di cîhanê de ye.

Çavkaniyên serjimêriyan radigehînin ku heya niha pitir ji 4 milyon zarik di Îranê de, di bazney xwendinê de ninin û dahatiya wan nediyare û % 70 zarokên Îranê ji baxçê zarokan (Mehdê Kûdek) bêparin.

Herweha di Îranê de pitir ji 3 milyon zarok kar dikin, helbet zarokên ku di yekîneyên berhemanînê ên xwedekar dikin û cotyarîyê di nav zeviyên xwe de dikin, yan karê cixare û gulfiroşiyê li ser şeqaman dikin, wek zarokên karker nahên hejmar, bi vî awayî bê guman amara wan gelek pitire ji amarên ku Komara Îslamî bilav dike.

Xirabiya rewşa zarokên bin deshilata Îslamî di Îranê de, karek weha kiriye ku pitir ji % 20 zarokên Îranê di gel xwarina xirab berbirû bin û nêzîk bi 1 milyon zarokên ku temenê wan kêmtir ji 5 salane,ketine nava nexweşiya bejin kurtiyê de.