Kurdistanmedia: Bo carek din, nîştiman bi rengê Gelawêjê dixemile û rêvîngên mekteba Çarçira, yada 74 salî a xebata Partiya Demokrat zîndî radigrin.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, endam û alîgirên PDKÎ, bi hilkevta 74`emîn salvegera avakirina Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, li bajarên Rojhilatê Kurdistanê, çalakiyên banghêjî lidar xistin.
Di vê pêwendiyê de, emegnasên Demokrat, roja Şemî 12`ê Gelawêjê, bi ladar xistina çalakiyên banghêjî û nivîsîna silogan li gundê “Gunbed” a girêdayî devera Somaûbiradust a ser bi bajarê Urmiyê, piştevaniyên xwe li xebata Demokrat nîşan dan.
Siloganên wê çalakiyê wiha ne,"bijî Demokrat, bijî Qasimlo, rêya şehîdan dom heye, Partiya Demokrat fêrgeha berevanî û şoreşê ye”.
Herwisa xurtên Demokrat li cihekî bi navê “Qemçî Şerîf”, li gundê “Gelînî” a girêdayî devera Jawero a ser bi bajarê Sine, bi lidar xistina çalakiyên banghêjî û bi nivîsîna silogan, tîrêjek li hetaw a xebata Demokratan di Gelawêjê de, xiste nav dilê azadîxwazan.
Siloganên wê çalakiyê wiha ne: “Bijî PDKÎ, bijî Qasimlo, bijî Demokrat".