Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rojnameya “Radikal Portals” a Norwêjî bas ji serkevtina Hêza Pêşmergê Kurdistanê kir

13:10 - 12 Hezîran 2018

Kurdistanmedia: Rojnameya “Radikal Portals” a Norwêjî di raporekê de bi awayekî têrûtejî bas ji operasiyona çend rojên borî ên Hêza Pêşmerge kiriye.

Ronameya “Radikal Portals” a Norwêjî di raporekê de bas ji cesûrî û qehremantiya Hêza Pêşmergê Kurdistanê û herwisa şikesta hêzên rejîma Îranê kiriye.

Di vê raporê de hatiye: Nûçegihaniyên rejîma Îranê bas ji vê kirine ku derbên giran li pêşmergeyan xistine, lê ew îdi`ayên berpirsên rejîma Îranê ji aliyê Fermandehiya Hêza Pêşmergê Kurdistanê ve hate retkirin.  

Piştî vê ku biryargeha Hemze ya Spaha Pasdaran a terorîst li Urmiyê, di daxuyaniyekê de belav kir ku di encama şerê di Siyakêw ya Şinoê de wan derbeke giran ya madî û canî li Hêza Pêşmergê Kurdistanê xistine, Fermandehiya Hêza Pêşmergê Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragehand ku di vî şer û pevçûnî de ku di navbera Hêza Pêşmergê Kurdistanê û hêzên Spaha Pasdaran a rejîma Îranê di Siyakêw a Şinoyê de rû daye, 9 pasdar hatin kuştin, û 18 jî birîndar bûne,  û daxuyaniya berpirsên vê  biryargehê derev derxist.