Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ruhanî: Amerîkayê li dijî Îranê şer ragehandiye

12:30 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2018

Kurdistanmedia: Ruhanî êrîşî ser Trump kir, û gotê ku bi dêla şêr nelîze.

Rojekê piştî vê ku Xamineyî tevî îşarekirina bi daxistina tengeya Hurmuz rêz ji helwesta Ruhanî girt, Ruhanî di gefeke nû de ragehand ku me gellek tenge hene, û tengeya Hurumuz jî tenê yek ji wan e. Wî her cure gotûbêjek digel Amerîkayê di rewşa niha de wekî siyaseta teslîmê bi nav kir, û got Amerîka li dijî Îranê şer ragehandiye.      

Ruhanî peyamek jî bo Spaha Pasdaran şandiye, û rû li wan gotiye: Şer, şiyana arteşê zêde kiriye, û ciwanên şoreşger ên Spaha Pasdaran bûne hêzeke leşkerî ya nû.  

Ruhanî ku di civîne  digel karsazên dezgeha dîplomasiya Îranê, hebûna rejîma xwe di herêmê de wekî pirseke stratejîk bi nav kir, û got:

“Kûrahiya stratejîk ya Tehranê ji rojhilat heya şibhê qareya Hind, li rojava heya Medîterane, di başûr heya behra sor, û li bakur heya Qefqazê ye.

Wateya van axavtinan ew e ku ew ji xeteke stratejîk berevaniyê dikin, ku ji Bexdayê û Dîmeşqêre derbaz dibe, û digihîje başûra Lubnan û bendera Laziqiye li rex behra Medîterane. Herêma nifûza Îranê li başûr jî Yemenê bi xwe ve digre, cihek ku Erebistan û hêzên hevalbendên  wê şerekî wêrankar li dijî Şî`eyên Husî ber bi pêş ve dibin.

Trump jî di bersiva Ruhanî de “twitt”ek belav kir, û tê de nivîsand:

“Tu carî gefan li Amerîkayê nexwe, hekî ne hûnê li encama vê peyamê poşman bibin, encamek ku mînakên wisa kêmtir kesekî di dîrokê de ceribandibe. Êdî em ew welat nînin ku tab û tehemula gotinên şêtane ên we derheq tundûjîjî û merg û mirinê de bikin. Li xwe şar be”.

Yekemîn paketa tehrîman a Îranê  roja 4`ê Tebaxê tê piraktîzekirin, û ya duyem jî ku firotina petrol Îranê bi xwe ve digre, meha Çiriya Paşîn (Novamber)ê tê piraktîzekirin.