Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rûhanî bo çavtirsandina xekê Îranê, rewşa Sûriyê dike neynûk

18:58 - 17 Îlon 2019

Kurdisanmedia: Serkomarê rejîmê Hesen Rûhanî di ciVîna Enqerê de, careke dinê cehd kirk u, xelkê Îranê bi vê yekê bitirsîne ku hekî dijî rejîmê derkevin, rewşa Îranê dê wekî ya Sûriyê lê bê.

Roja Duşemî 25`ê Xermanan, Serkomarên 3 welatê Rûsiye, Îran û Tirkiye di Enqerê ya Paytexta Tirkiyê de civiyan, herçiqas di medyayan de hatiye ragihandin ku, mebest ji wê civînê, bas kirin li ser rewşa Sûriyayê ye, lê bi raya şirovekaran, mesla givaşên ser Îranê û pirsa kurd û hemahengî ji bona piştgiriya Îranê û xilaskirina wê ji rewşa xirab a aborî de, di wê civînê de hatine baskirin.

Hesen Rûhanî di wê civînê de, her çiqas basa rewşa Sûriyê dikir, lê dixast bi rewaşa Îranê ve girê bide.

Rûhanî bi îşarekirin bi serkevtî nebûna şoreşa xelkê Sûriyê, dixast wê peyamê bide xelkê Îranê û wan çavtirsandî bike.