Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ruhanî Dîplomasiya Rejîmê bi şikestxwarî dihesibîne

12:05 - 17 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Hesen Ruhanî Serkomarê Rejîmê, ê`tiraf kir ku piştî 41 salan nihajî em nizanin bi çi avayekê dibe dîplomasiyê bikin.

Hesen Ruhanî roja Çwarşemiyê li Zankoya Tehranê de got: piştî derbas bûna 41 salan bi ser deshilata rejîmê, nihajî mesela peywendiya me li gel Dunayê û dîplomasiya me di gel Welatan zelal nîne û nihajî me nekariye bo çareseriya vê pirsê, rêyekê bigrne bera xwe.

Ruhanî di demekê de vê rastiyê tine ziman ku hemî kes dizane li heyamê wan 41 salan de, vê rejîmê di cihê danana peywendî û dîplomasiya baş, hertim li fikra danana pîlana tevdanî û hinartina Îd`olojiya paremayî ye xwe û terorê de bûye bo nava welatan bûye.

Ruhanî parek ji deshilatdarê rejîmê rexne kirin ku hemî welatekê bi dujmin dizanin û dibêjin dibe em wan ji nav bibin û têk bişkênin yan em bêne kuştin û tenê zimanê gef kirinê dizanin.

Ewa li demekê deye ku bi hegera siyaseta çepel û piştîwanî ji terorê û destêverdana li nava Welatan, rejîm li tewawiyeta xwe de terîk û tenê maye û her bi wan hegeraneye ku Dunya mana vê rejîmê bi gef dizane.