Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

RWB: Rojnamevan ji aliyê Sipaha Pastaran ve tên serkutkirin

16:41 - 24 Hezîran 2015

Kurdistan Media: rêxistina nûçegihanên bê sînor carek din reftar û kiryarên serkutkarane yên Sipaha pastarên rejîma Îranê li dijî rojnamevanan mehkûm û şermezar kir.

Li gorî nûçeyan, rêxistina nûçegihanên bê sînor, Sipaha Pastaran “nêçîrvanê mirovan” di torên civakî de pirotesto kir.

Rêxistina han di daxuyaniyekê de ragihand ku: piraniya rojnamevan û nûçegihanan bi berdewamî dikewine ber êrîşa sipaha Pastaran ya rejîma Îslamî ya Îranê.

Herweha hatiye ku ku piraniya rojnamevanan ji ber çalakiyên di torên civakî de bi tometên weke “ Hewildan li dijî tenahiya netewî û bangewazên neyasayî” li torên civakî de, hatine destbiser kirin.

Berê rêxistina nûçegihanên bêsînor ragihand ku li gelawêja sala 1392an a rojî de û piştî hatine serkar ya Hesen Rohanî de, nizîk bi 100 rojnamevan li Îranê de hatine binçavkirin û piraniya wan jî bi hepsên demdirêj hatine ceza dayîn, berpirsatiya piraniya wan girtinan jî li stûyê Sipaha pastaran de ye.

Li gorî amar û bîlançoya rêxistina nûçegihanên bê sînor, Îran bi 19 rojnamevanên girtî, piştî Çîn û Erîterêh bi 28 û 29 rojnamevanên girtî, sêyemîn girtîgeha mezin jib o rojnamevanan tê hesibandin. Herweha rejîma Îranê bi hepsîkirina 10 rojnamevan û nûçegihanên jin, bi dujminê mezin ên rojnamevanan û herweha Îran jî kiriye mezintirîn girtîgeha rojnamevanan.

Herweha bîlançoyên nîvfermî jî bas ji wê dikin ku niha 64 rojnamevan û nûçegihan li Îranê de binçavkirî û destbiser in û li ser hev bi 470 sal girtîgehê hatine ceza dayîn.

Li gorî amara ajansa kurdpa, 13 rojnamevanên kurd li girtîgehên rejîma Îranê hatine hepsîkirin û bi zêdetir ji 70 sal girtina “Teizîrî” û girtina “hilawîstî” hatine mehkûmkirin.

Mihemed Sidîq Kebûdwend, Mesûd û Xusro Kurdpûr, Ednan Hesenpûr, Kemal Şerîfî, Qasim Ehmedî ji wan rojnamevanên kurd in ku niha li girtîgehên rejîma Îslamî ya Îranê de destbiser û dewrana cezayê xwe diborînin.