Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şabûna gel, şîna rejîmekê

00:12 - 7 Hezîran 2019

Kerîm Perwîzî

Roja 14-ê Cozerdana 1368-an sibezû bû ku em ber bi xwendingehê ve diçûn, û wê demê dema ezmûnên dawiya salê bû, ku digotnê “îmtihanên meha Cozerdanê”. Di riya xwendingehê de, me guh li dengê bilindgoya Husêyniyeya nêzî xwendingeha xwe bû ku hawar dikir û tazîdarî pêve xûya bû. Her di vê demê de bû ku şîn û taziya sertaserî jî ragehand û xwendingeh û îdare jî hatin daxistin!. Em çend heval jî ku em diçûne ser îmtihan (ezmûn)ên xwe, di xweşiyan de, me nedizanî ku em çi bikin!. Di dema vegeriyanê de çavên min lê bû ku hemû kesên ser kolan û şeqaman pê dikeniyan! Eva hikayeta vê rejîmê ye di nava dilê civakê û li ser şeqaman! Bilindgo û tirîbonên hikûmetê şîn û taziya wan bû, lê xelkê ser kolan û şeqaman jî pê dikeniyan. Belê ew roj, roja mergê Xomêynî bû!

Ew rejîma Îslamî ya Tehranê tenê di roja mergê celladê Cemaranê de nebû, ku hest û sozên wê li dijî gel û civakê bûn. Hikayeta dijîgelîbûna vê rejîmê gellek kûr e, û ji xwendinê ve bigre heya siyasetê, û ji îdareyê ve bigre heya mizgetê, rejîm û gelên Îranê du eniyên bi tewahî cuda ne, û li hember hevdu de çeper girtine.  

Hekî rejîm piropagendeyê bo pirogrameke televîzyonî dike, xelk ji pirogrameke din hez dikin. Hekî xelk li seyran û geşta parkan hez dikin, rejîm li wan qedexe dike.

Ew melayê mizgeftê ku rejîmê daniye, xelk htûçûna wan mizgeftan nakin! Ew melayê ku xelkî ye jî, û gel rêz û hurmetê jê digrin, rejîm wan melayan ji karê wan dûr dixe!

Rejîm dixwaze ku xelk di merasimên şîn û taziyê ên hikûmetê de xembar û tazîdar bin, lê ciwan bo xweşderbazkirin û xweşiyê û dîtina hevdu diçing wan merasiman!.

Îsal jî şahî û xweşiya xelkê digel dijberiya rejîmê berbirû bûye. Ne tenê her şahî û xweşiya di xwendingehan û li parkan de, belku ragehandina roja cejna wan jî, digel xelkê nine. 

Îsal roja 14-ê Cozerdanê, rejîm wekî hemû salên din, mijûlî birêvebirina şîn û taziyê bi boneya merge celladê Cemaranê ye, û hevdem roja cejna Remezanê jî ketiye vê rojê de.  

Dijberiya şahî û şîna xelkê û rejîmê, îsal gihîşte lûtkeya xwe. Her çend ku rejîm dixwaze roja cejnê bixe roja paştir, da ku wekî hertim cejna xelkê digel cejna welatên derdorê nebe, û hem destêwerdanê di nava şabûn û kêfxweşiya xelkê de bike, û hem jî xelkê vexwîne bo şîn û tazîdariyê, lê xelkê roja “şîn”a rejîmê kirin roja “şabûn”a xwe. 

Xelk hem bi boneya cejnê û hem jî bi boneya salvegera mirina Xomêynî ê cellad, şad û kêfxweş in. Xomêyniyê tawanbar ew celladê ku di jiyana xwe de bi hezaran kesî kuşt, yan dane kuştin, bi mirina wî bi milyonan xelk kêfxweş bûn.

Herçend ku mergê Xomêynî dawiya rejîma tawanbar ya Tehranê nebû, û celladeke din cihê wî girt, lê bi mirina Xomêynî dilê bi milyonan xelkê daxbar ê destê rejîmê hêsayî û aram bû, û ew celladê ku cihê wî girt, li ser heman rêbaza bednaw ya wî ye, û êdî tu tevnek nemaye ku piştî mirina xwezayî ya kuştina vî celladî bi destên xelkê, bikare rejîmê pêkve girê bide.