Kurdistanmedia: Şandeke Bizotneveya Goran li bajarê Koye, serdana binkeya sereke a PDKÎ kir.
Roja Pêncşemî 24`ê Gelawêjê, şandeke Bizotneveya Goran li bajarê Koye bi serperestiya “Bextiyar Cewher” bajêrvanê Koye, serdana Dezgeha Pêwendiyên Giştî a PDKÎ kir û ji aliyê hiy`eteke Hizba Demokrat ve bi serperestiya “Mihemednezîf Qadirî” cihgirê duyem ê Lêprsyarê Giştî û berpirsê Dezgeha Pêwendiyên Partiya Demokrat ve pêşwazî ji wan hate kirin.
Di vê civîna dostane de, tevî tekezkirin li ser berdewamiya pêwendiyên herdu alî hate kirin û herwisa basa vê yekê jî kirin ku, piştevanî kirin li xast û daxwazên netewa Kurd li her pareke Kurdistanê, erkeke nîştimanî û Kurdayetî ye.