Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şandeke Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê serdana hevjînê Nazenîn Zari`î kir

12:13 - 21 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Şandeke kûmîteya PDKÎ li Birîtaniyayê serdana hevjînê Nazenîn Zari`î, li Birîtaniyayê kir.   

 Roja Çarşemî 19`ê Hezîrana 2019`an, şandeke PDKÎ bi merema nîşandana hevxemî û piştevaniya xwe li girevgirtina Rîçarid Riteklîf hevjînê Nazenîn Zari`î jina hepsî ya li girtîgeha Êvînê, serdana navbirî kir.

Nazenîn Zari`î hevwelatiya Îranî- Birîtaniyaye ku, ev 3`ê salin ji aliyê hêzên Spaha Pasdarana terorîst a rejîma Îranê ve, bi tohmeta ajaniyê hatibû desteserkirin di girtîgeha Êvînê de hepsiye.

Dadweriya rejîma Îranê, 5 sal cezaya hepisê bi ser vê jina Îranî-Birîtaniyayî de sepandiye û her bi vê sedemê jî, Nazenîn Zari`î, li giritîgeha Êvînê ya rejîma Îranê û hevjînê wê Rîçard Riteklîf jî, li Birîtaniyayê li pêş deriyê Balyozxaneya rejîmê, bo nîşandana nerazîbûna xwe li hemberî vê cezaya dadgeha rejîmê, ev bi 25 rojin, destavêtine bi gireva birçîbûnê.

Her di vê derheq de, Wezareta Karê Derve ya Birîtaniyayê, bo çendîn caran daxwaza azadkirina Nazenîn Zari`î li rejîma Îranê kiribû, lê, rejîma Îranê hemû ev daxwazkariyên Wezareta Karê Derve ya Birîtaniyayê redkirine.