Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şandeke Partiya Demokrat li welatê “Norway”civînek lidar xist

17:18 - 19 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Şandeke PDKÎ, li welatê “Norway”digel nûnerên Partiya Karkeran ya Norwey civiya.

Roja Duşemî rêkefta 27`ê Cozerdana 1398`an, şandeke PDKÎ bi serperestiya Mensûr Ezîzî, cêhgirê berpirsê pêwendiyên PDKÎ li Norwey, digel nûnerê Partiya Karkeran ya wî welatî “Arbeiderparti”ku pêk hatibû li Swayîn û Rold Hansin endamê parleman û Maryana Martînsn, li komîteya pêwendiyên Derve, yê“Arbeiderparti”parlemana wî welatî civiyan.

Ev civîna ku, li ser daxwaza pêwendiyên PDKÎ pêk hatibû, li ser van xalan axavtin:

- Rewşa niha ya Rojhilata Navîn û egera şer di deverê de, û kiryar û cihên ku rejîma Îranê li deverê encam dide, yên wekî, agir berdana gemiyên neftê yên welatên deverê, şandina çekan bo milîşên Husiyên Yemen û Hizbulaha Lubnanê, û saziyên terorîstî yên din, ku bandora nigitîv a reftarên wiha li ser devera Rojihlata Navîn û cihanê bi giştî.

- Mehandina Uranyomê ji aliyê rejîmê ve di asta herî serê  bi qasî 300 Kîlogerme, li gorî axavtinên berpirsên payebilind yên rejîmê û herwisa gefên rejîmê yên derheq vekişiyana li lihevkirina Bercamê.

- Rewşa gelên Îranê di bin givaşên aborî û siyasî ku bi sebeba rejîma Îranê serîrakirine û nerazîbûna xelkê ji vê rejîmê.

- Neteweyên wekî Kurd, Ereb û neteweyên hatinî tepeserkirin di nav çarçoveya coxrafiya siyasî ya Îranê de, û hewla van bo rizgarbûna xwe û gihîştin bi Îraneke Demokratîk a Federal.

- PDKÎ û dîtingeha Hizbê derheq paşeroja Îran û pêwendiyên hizbê digel Partiyên seranerê Îranê yên dijberê rejîmê.

- Nîqaşkirin û pêşniyarkirina pilanên hevpar bo hindek çalakiyên di navbera Partiya Demokrat û Partiya Karkeran ya “Norway” “Arbeiderparti”.

-  Aliyên çep û sosyal Demokrat yên li welatê Norwey, û  nirxnedana hewce ya van ji doza Kurd re li Rojhilata Navîn ku, ji aliyê şanda Partiya Demokrat ve ji şanda  xanxêre hatine pêşniyar kirin.

Di derheq vê pirsê de, bersiva şanda Partiya Demokrat, nûnerên “Arbeiderparti”îşare bi vê kir ku, partiya van li ser pirsa Rojhilata Navîn bi giştî, di vê rewşa nû de, ku guherînkariyên zêde û bilez hatine encam dan, û wê di demên nêzîk de wê berhevdanên nû hebin û ev berhevdanane  dibine sedema çêbûna xalên zêde, ku  yek ji van xalên taybet bi Kurdane, û herwisa îşare bi vê yekê jî kirin ku rejîma Îranê bi yek ji xirabitirîn rejîman tê hesabkirin ku digel cîhana pêşkevtî dijberî heye û bi awayekî sîstematîk û pêwendiyên navneteweyî biyanî ye.