Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şandeke Partiya Rizgarî a Kurdistanê serdana PDKÎ kir

16:59 - 7 Tebax 2019

Kurdistanmedia: Şandeke Partiya Rizgarî ya Kurdistanê, di serdana xwe ya bo PDKÎ de, rola PDKÎ derheq tevgera neteweyî Demokratîk a xelkê Kurdistanê, bilind nirxand, û bas ji siyaset û helwêsta bicî û neteweyî a PDKÎ kir.

Roja Yekşemî 15`ê Gelawêja 1398`an, şandeke Partiya Rizgarî a Kurdistanê, bi serperestiya “Rêkar Ehmed” serdana PDKÎ kir.

Şanda mêhvan ji aliyê hey`eteke PDKÎ ve, bi serperestiya “Mihemednezîf Qadirî” cêhigirê duyem yê Lêpirsyarê Giştî yê Hizbê pêşwazî ji van hate kirin.

Di destpêkê de, “Mehemednezîf Qadirî” tevî bi xêrhatin gotina ji şanda mêhvan re, axavtinek derheq rewşa niha ya Îran, Kurdistan, kar û çalakiyên PDKÎ û Navenda Hevkariyê, pêşkêş kir.

Herwisa Qadirî, rewşa siyasî ya îro a deverê û helwêsta PDKÎ derheq bûyerên vê dawiyê, bi taybet ên derheq Komara Îslamê û arîşeyên hevpar ên siyasî, bi awayekî hûr,ji bo şanda mêhvan şirove kir.

Piştire “Rêkar Ehmed” spasî ji pêşwaziya PDKÎ kir û rola PDKÎ di tevgera neteweyî Demokratîk a xelkê Kurdistanê bilind nirxand û bas ji siyaset û helwêstên bicî û neteweyî ên PDKÎ kir.

Herwisa navbirî, ragihandin jî, piştevanîkirin ji PDKÎ re, ku di piraniya qonaxên dîrokê de, serbixwebûna siyaseta xwe parastiye, ku ev erka hemû nîştimanperwerekê Kurd e.

Di dawiyê de, her du aliyan, tevî tekezkirina li ser alîkarîkirin û pêwendiyên di navbera van de, û herwisa li ser bihêztirkirina pêwendiyên dostane jî pêdagîrî kirin.