Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şandeke PDKÎ di merasima şîn û taziya mamosta Mihemedê Mela Qadir de beşdarî kir

16:04 - 18 Kanûna Paşîn 2019

Kurdistanmedia: Şandeke PDKÎ bi serperestiya Mihemednezîf Qadirî beşdarî di taziya xwedêjêrazî mamosta Mihemedê Mela Qadir têkoşerê mêjîn ê PDK`ê de kir.

Piştînîvroya roja Çarşemiyê 26`ê Befranbarê şandeke PDKÎ bi serperestiya Mihemednezîf Qadirî cihgirê duyem ê Lêpirsyarê Giştî ê PDKÎ, beşdarî di taziya kesayetiyê naskirî û têkoşerê mêjîn ê PDK mamosta Mihemedê Mela Qadir li bajarê Hewlêrê de kir.

Şanda PDKÎ tevî pêragehandina hevxemiyê, bi dost û hevalên PDK`ê, û malbata mamosta Mihemedê Mela Qadir, nameya sersaxiyê ya Mistefa Hicrî Lêpirsyarê Giştî ê PDKÎ pêşkêşî wan kir, ku bo Mes`ûd Barzanî şandibûn.