Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şandeke PDKÎ di pirse û sersaxiya Enwerxanê Sultanpenah de beşdarî kir

12:49 - 9 Kanûna pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Şandeke rêbertiya Hizba Demokrat li bajarê Silêmaniyê de, di merasima sersaxiya Enwerxanê Sultanpenah de beşdarî kir.

Roja Şemiyê 17`ê Sermawezê şandeke rêbertiya PDKÎ bi serperestiya Hesen Şerefî cihgirê yekem ê Lêpirsyarê Giştî ê PDKÎ di merasima sersaxiyê ya Enwerxanê Sultanpenah de beşdarî kir.

 Şanda PDKÎ hevxemiya PDKÎ bi malbata rehmetî ragehand.

Enwerxanê Sultanpenah yek ji têkoşerên mêjîn ên PDKÎ bû, ku tevî xweragiriya di girtîgehê de, û dûrî û derbideriyê, bi ew qasê şanazî ve heta ser wefadar bû bi rêbaza PDKÎ.

Bi jidestdana Enwerxanê Sultanpenah, PDKÎ endamekî dilsoj û wefadar ji dest da.

Navbirî cuda ji vê ku têkoşerekî siyasî bû, di warê helbest û wergeranê de jî desteke bilind hebû, û di vê derheqê de, çendîn berhemên çapkirî hene.