Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şandeke PDKÎ di rêûresma “Roja Koye” de amade bûn

13:24 - 2 Tebax 2019

Kurdistanmedia: Şandeke Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, li rêûresma salroja “yada 50 sale û logoya zêrîn a roja Koye” amade bûn.

Roja Pêncşemî 10`ê Gelawêjê, şandeke PDKÎ, bi sereperestiya “Fuad Xakî Beygî”, endamê Desteya Kargêrî a Partiya Demokrat, li ser banghêjiya fermî a “Qa`îm meqamê qezaya Koye”, li salroja 50 sale û logoya zêrîn a roja Koye, amade bûn.

Di rêûresmê de ku parek li aliyên siyasî û nûnerên demodezgehên hikûmetî yên herêma Kurdistanê li qezaya Koye beşdar bûn, li çendîn beşên cuda û li warên hûnerî û sporî û…hwd, ev bîre bilind nirxandin.

Di vê rêûresmê de, peyama Dezgeha Pêwendiyên Giştî a PDKÎ hate xwendin.

Ji sala 1969`an ve, roja 1`ê maha Agust, wekî roja “Bajarê Koye” hatiye naskirin.