Kurdistanmedia

Pêncşem 20 Îlon 2018
Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şandeke PDKÎ di sersaxiya Dr. Hêlîn Bûrkay de beşdarî kir

22:14 - 11 Nîsan 2017

Kurdistanmedia: Şandeke PDKÎ di sersaxiya Dr. Hêlîn Bûrkay di welatê Swîdê de beşdarî kir.

Roja Yekşemiyê 20`ê Xakelêweyê şandeke PDKÎ bi nûnertiya komîteya giştî a PDKÎ li Swîdê, di merasima sersaxiya Dr. Hêlîn Bûrkay keça siyasetvanê siyasî û kesayetiyê naskirî ê Bakûra Kurdistanê Kemal Bûrkay de beşdarî kir.

Şanda PDKÎ tevî danîna qevdeke gulan li cihê merasimê, sersaxiya komîteya PDKÎ di vî welatî de, û hevdem peyama sersaxiya sekreterê giştî ê PDKÎ Mistefa Hicrî gehande destê Kemal Bûrkay.

Di vê derheqê de, Bûrkay spasiya hevxemiya PDKÎ û rêzdar Mistefa hicrî kir .

Hêjayî basê ye ku Dr. Hêlîn Bûrkay roja 13`ê Xakelêweyê bi bûyera tirafîkê, li bajarê Stokholmê de,bi giranî birîndar bibû, û piştî çend rojan mana di nexweşxaneyê de, roja 18`ê Xakelêweyê jiyana xwe ji dest da,û xatirê xwe ji me xwast.

Gellek kesayetî û hêz û aliyên siyasî, di merasima sersaxiya navbirî de beşdarî kiribûn.