Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şandeke PSK`ê serdana PDKÎ kir

13:13 - 17 Kanûna Paşîn 2019

Kurdistanmedia: Şandeke PSK`ê bi serperestiya Mes`ûd Tek serdana Desteya Kargêrî a PDKÎ kir.

Li gora nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Çarşemiyê 26`ê Befranbara 1397`an a Rojî, şandeke PSK bi serperestiya Mes`ûd Tek serokê giştî ê PSK, serdana Desteya Kargêrî a PDKÎ kir, û ji aliyê şanda PDKÎ bi serperestiya Mistefa Hicrî ve, hate pêşwazîkirin.

Di vê hevdîtina dostane de, herdu aliyan baseke têr û tejî li ser rewşa her çar parçeyên Kurdistanê, û herwisa pêwendiyê di navbera PSK û PDKÎ kirin.

Di dawiyê de jî, her du aliyan pêdagirî kirin, li ser berdewamiya têkiliyên dostane.