Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şandeke Yekîtiya Lawan serdana komîteya Kêleşînê ya Yekîtiya Lawan kir

18:32 - 24 Gulan 2018

Kurdistanmedia: Şandeke Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistana Îranê serdana komîteya Kêleşînê ya rêkxirawa xwe li çiyayên Kurdistanê de kir.

Şandeke Yekîtiya Lawan bi serperestiya Celal Rewangerd serdana Komîteya Kêleşînê ya Yekîtiya Lawan li çiyayên Kurdistanê kir, û digel nûnerên hilbijartî bo kongireya 9 ya Yekîtiya Lawan û beşek ji polên vê rêkxirawê kom bû.

Di vê serdanê de, semînareke taybet bi nûnerên kongireya 9 ya Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistana Îranê li komîteya Kêleşînê bi rê ve çû.

Di vê semînarê de bas ji çawaniya birêveçûn û amadekariyan bo kongireya 9 hate kirin û têbîniyên hewce di vê derheqê de hatin wergirtin.

Herwisa di vê serdanê de Celal Rewangerd çend civînên siyasî-teşkîlatî di warên cuda-cuda, û bitaybetî di warê xebata PDKÎ û rola lawan di vê derheqê de bi rê ve bir.

Kongireya 9 ya Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistana Îranê ku bi “Kongireya Rasana Lawan” hatiye binavkirin, wê li jêr diruşma “Yekxistina hêzê di pêxema bihêztirkirina Rasanê de” bi rê ve here.