Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şandeyeke PDKÎ serdana komîteya pêwendiyên derve ên Kongireya Amerîkayê kir

15:48 - 20 Adar 2019

Kurdistanmedia: Şandeyeke Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Amerîkayê data û raportên amadekirî ji aliyê organên cuda ên PDKÎ ve pêşkêşî komîteya peywendiyên derve ên Kongireya Amerîkayê kir.

Areş Salih nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Amerîkayê ligel Dr. Çinûr Fetahî hevkara pêwendiyên PDKÎ li vî welatî serdana komîteya peywendiyên derve ên Kongireya Amerîkayê kirin û bi Pîtêr Bîlêr Bêk re civiyan.

Di civînê de şandeyê bi kurtî behsa rewşa niha a Îran û navçeyê kir û ji komîteyê re gotin ku siruştê Îranê bûye sedema riftara niha a rejîmê.

Areş Salih amaje bi binpêkariyên mafên mirovan li Îranê kir û got ku xelk hest bi givaşê dike û nebûna rewatiyê û siyasetên dujminkarane ên rêjîma Îranê, rewş aniha pêk anîne. 

Behsa van hêviyan jî kir ku li Waşîngtonê derbarê egera mirina Xamineyî û derketina kirîzan û herifîna rejîmê hene. Di vê derbarê de got ku rûniştin û hêviya ku rewş were guhertin, me nagihîne ti cihekî. Lê belê divê Amerîka alîkariya neteweyên Îranê bike ji bo xurtkirina wan da ku ew jî bikarin bi baştirîn şêwaz, mifahê ji derfetê bistînin. 
 
Got jî bi hin amajeyan derdikeve holê ku rejîm ji niha ve ji bo qonaxa piştî nemana Xamineyî û danîna cîgirekî ji bo wî, pilanan pêk tîne û aliyê reformxwaz jî tam bi vê pilanê re ye. 

Nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Amerîkayê givaşên DYA li hemberî rejîmê bi tiştekî baş binav kir û got tevî ku rejîm bi givaşan gelek lawaz dibe, lê tenê bi van givaşan ne diherife û ne jî riftara xwe diguhere. 

Areş Salih amaje kire îdeolojikbûna rejîma Îranê û got ku Îran dixwaze bi kontrolkirina hin cihan li Rojhilata Navîn û bi guhertina demografiya navçeyan, şerekî dirêj û nerewa li hemberî Îsraîl û Rojava destpê bike û şiyana xwe di vî şerî de zêde bike. 

Di civînê de got jî ku ev tevgera ku Îranê di çil salan de bi îdeolojî û xewnên xwe pêk aniye û perwerde dike, tenê bi givaşên derve nayê guhertin belkî divê rejîm di navxwe de jî hest bi givaşê bike. 

Di dawiyê de şandeya PDKÎ hin belge û datayên amadekirî ji aliyê ragihandin û organên cuda ên vê partiyê ve pêşkêşî komîteya pêwendiyên derve ên Kongireya Amerîkayê kir û got ku ev tenê mînak in û em dikarin ji bo belgeyîkirina binpêkariyên mafên mirovan li Îranê alîkariya we bikin.