Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şaredara bajarê Qereyazî a Bakûrê Kurdistanê hate desteserkirin

17:48 - 18 Îlon 2019

Kurdistanmedia: Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, Şaredara HDP a bajarê Qereyazî a ser bi Erzeromê ya Bakûrê Kurdistanê ji ser kar hat dûrxist, û qeymaqamê navçeyê Mesut Tabakçioglu li şûna wê wekî qeyûm danî û piştre destûra desteser kirina wê pejirand.

Pêka nûçeyên belavbûyî, roja Çarşemî 18`ê Îlonê, cezayê Hevseroka HDP ya Şaredariya Gogsiyê a ser bi Erzeromê ya Bakûrê Kurdistanê, “Melike Goksu” hat erêkirin û piştre hate desteserkirin, û qeymaqamê navçeyê Mesut Tabakçîoglu li şûna wê wekî qeyûm danîn.

Hevseroka Şaredariya Gogsî “Melîke Goksu” bi tohemteke nexuya ji akiyê dadgehê ve bi 7 sal û 6 meh hate cezadan. Piştre biryara dadgehê ji aliyê dadgeha bilind ve hatibû erêkirin.

Ew yek di demekê de ye, ku roja Duşema 16`ê Îlonê, Hevserokên Şaredariya Pasûra Amedê “Mehmet Fatih Taş û Fatma Ay” digel 4 kesên din hatibûn binçavkirin û duh jî bi biryarekê qeyûm li ser şaredariya Pasûrê hate danîn.