Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şaredarê Kirmaşanê jî çewtekariyan dike

12:24 - 16 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Şaredarê pişka heft ya Kirmaşanê, wergirtina ciwanê Kurd yê xwediyê bawerînameya duxturiyê, di para paqijkirina bajêr de, ret kir.

Secad Yezdanî di gotûbêja digel medyayên navxweyî de îdi`a dike ku, wan kesê xwediyê bawerînameya duxturiyê bin, bo paqijkirina şeqamên bajêr werneirtiye, û ev nûçeya ku di vê derheqê de, di torên civakî û medyayan de belav bûye dûr ji rastiyê ye.

Di heyama hefteya borî de nûçeya derheq, ciwanê Kurd yê xwediyê bawerînameya duxturiyê, ku niha şeqamên bajêr paqij dike belavbû, lê berpsirên rejîmê ji ber tirs û şerma xwe, îd`ia dikin ku ev rast nine.

Ciwanên Kurd bi neçarî û nebûna derfetên kar di bajarên Kurdistanê de û xemsariyên berpisên rejîmê derheq sermayeguzarîkirina di bajarên Kurdistanê de, herwisa siyasetên faşîstî yên rejîmê, rû li karê wiha dikin.

Di Îranê de welatiyên xwedî bawerînameyên cuda, bi neçarî û bo dabînkirina bijêva jiyana xwe, rû li karên wekî, paqijîiya şeqaman, û kedkarî û karên metirsîdar wekî kolberiyê dikin û heya di wan riyan de jî canê xwe ji dest didin.

Eva di demekî de ye ku, berpirsên rejîmê xwdiyê çendîn karan in,  yan jî bo postên karmendî , xizm û kesên nêzîkî xwe werdigrin, û ciwanên Kurd jî bi neçarî rû li karên wiha dikin û dema ku gendelî û xemsariyên berpirsên rejîmê jî eşkere dibin, ew îdi`a dikin ku, qet tiştên wisa çê nebûne.

Ciwanên Kurd bi sedema betalî û wernegirtina wan di postên îdarî de, dest bi karên wekî kedkarî û kolberiyê dikin, di dema kolberiyê de jî, dibine armanca gullereşandina hêzên leşkerî yên rejîmê.