Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saziya “Îdalet bo Îranê” li hemberî Îranê de doz vekir

11:41 - 12 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Saziya “Îdalet bo Îranê” derheq radestnekirina termê 4 girtiyên siyasî yên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve bo malbatên wan, doz (sikala) vekir.

Saziya “Îdalet bo Îranê”, di sikala (şikayet) ya derheq nedana termê 4 girtiyên siyasî bo malbatana wan ji aliyê rejîmê Îranê ve, di saziya NY de, ragehandiye ku: Di meha Nîsana 2010`an de dadweriya Komara Îslamî, cezaya bidarvekirina 89 girtiyan pesend kiribû, ku di nav wan de, “Ferzad Kemnager, Elî Heyderiyan, Ferhad Wekîlî û Şîrîn Elemholî”, bi tawanên endambûna ligel Partiya Kedkarên Kurdistana Tirkiyê (PKK)ê destbiser kiribûn, û di vê serdemê de rewş û çarenivîsa wan girtiyan di Îranê de û saziya NY a mafê mirovan de gellek muhim bû.

Vê saziyê heya niha çar caran derheq radestnekirin û zelalnekirina cihê bi axê spartina termê girtiyên siyasî û cezadanên neyasayî ji girtiyên siyasî re, li hemberî rejîma Îranê di saziya NY de doz vekiriye. Saziya “Îdalet bo Îranê” bi sedema rasdestnekirina termê girtiyên siyasî yên Kurd yên bidarvekirî ji aliyê rejîma Îslamî ya Îranê bo malbatê wan, li dijî vê rejîmê bo saziya NY ya mafê mirovan doz vekiriye.

Herwisa saziya “Îdalet bo Îranê” daye eşkerekirin jî ku, binpeçkirin û rasdestnekirin û zelalnekirina cihê bi axê spartina girtiyên siyasî ji aliyê komara Îslamî ve derbazbûyiyeke mêjîn heye, ku di nûtirîn kiryarên xwe de, termê sê girtiyên siyasî yên Kurd yên bi navên “Zanyar û Luqman Muradî, û Ramîn Husênpenahî”, ku li 10`ê Xermanana 1397`an de hatibûne bikaranîn, rasdetî malbatên wan nekirin, û heya cihê bi axê spasrtina wan jî nedaye eşkerekirin.