Kurdistanmedia: Saziyên Civaka Medenî yên Kurdistana Rojava, serdana ofîsa nûneratiya PDKÎ, ya li bajarê Silêmaniyê kirin, û derheq rewşa xebata Kurd li her çar parên Kurdistanê, guherînên bîr û nêrînan kirin.
Roja Duşemî rêkefta 14`ê Xezelwera 1397`an, (5`ê Çiriya Paşîn) şandeke Saziyên Civaka Medenî a Kurdistana Rojava, ku pêk hatiye, ji saziyên Kurdî û Ermenî û Siriyan û Ereb, bi serperestiya rêzdar “Heval Ramî”, serdana ofîsa nûneratiya PDKÎ ya li bajarê Silêmaniyê kirin, û ji aliyê heyeteke hizbê, bi serperestiya rêzdar “Fo`ad Xakîbêygî” nûnerê PDKÎ li Silêmaniyê pêşwazî, ji wan hate kirin.
Di vê civîna dostane de, rewşa Kurdistana Rojhilat û Kurdistana Rojava, û pirsa Kurd hatne nîqaşkirin, û derheq komek karê hevpar guherîna bîr û nêrînan hate kirin.
Şanda mêhvan, bi girîngî ve li xebata PDKÎ û “Rasan”a Rojhilat nihêrî, û ew xebat bilind nirxand, û hevdengiya hemû aliyan li ser pirsên nîştimanî wekî hewcehiya rojê da zanîn.
Hêjayî gotinê ye ku, di vê civînê de, heyeteke ciwanên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê jî, di van bas û mijran de pişkdar bûn.