Kurdistanmedia

Şemî 17 Çirriya paşîn 2018
Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şefafsazî digel “hîç”

18:53 - 3 Çirriya paşîn 2018

Bextiyar Osmanî

Tirs, û zext û givaşan, Komara Îslamî tûşî pozbilindî û xwehilkotanên dawiyê kiriye, çi di kiryar yan jî di gotarê de, eva çend sal in ku Xamineyî çirrtir û taybetîtir ji caran nesîhet û şîreta xelkê û bi taybetî kesên karbidest û ayînî dike, rojekê bas ji “Bergirî”, rojeke din bas ji cîhad û …hwd dike, û îro jî şefafsaziyê tîne gorê.

Bêy vê ku ew yek li ber çav bê girtin ku gelo pêşiya derketin û helatina rojê tê girtin?. Kê heya niha di nava şeva zilmat û tarî ya stemê de, ronahî dîtiye, heya ku em îro di nava vê deshilata reş de çavnihêr bin?. Ew yek û dehan pirsên din, dibêjne me, ku ya ku Xamineyî wekî şîret bas dike, wekî toza banan, diçe û namîne.

Xamineyî di roja 23`ê Rezbera îsal de (hefteyekê piştre ew dersa wî hate belavkirin) di dersa “Dervey Fiqh” de ku di dersdanên hewzeyê de ya herî bilind e, bas ji şefafsaziyê dike, û wan şîret dike, ku dibe çîran çepên wan tunebin, wekî pîşeya hertimî ya xwe hewl bidin, ku rast bin, wekî pîşeya hertimî jî hewl dide ku her çi buha û yasa û têgehên erênî û mirovtewerane ye, vegerîne bo ayînzaya xwe, û sexera xelkê bibe, ku dibêjin van têgehan ji felsefe û zanista rojava fêr bûne.

Di basa xwe de tê ser vê ku di çi pirsekê de şefafsazî nehê kirin, û dibêje: “Di pirsên emniyetî de, di pirsên leşkerî de, di van pirsên ku digel dijmin di şer de ne, belê vir cihê eşkerekirinê nine, cihê şefafsaziyê nine”.

Dema ku tu lê dinihêrî, da ku bizanî gelo pirsek bo şefafsaziyê heye yan na? “Na”yeke mezin qît dibe. Bona zelalkirina van biyavên ku Xamineyî îşarê pê dike, hinek teweran emê bas bikin. Di welatên pêşkevtî de, şefafsazî sedemeke bihêz û bibandor e bona vê ku xelk ji qedera xwe agehdar bin. Di pirsên ewlehiyê de ew li gora hewceyiyê agehdarî erk û çalakiyên vî warî ne, û îznê nadin ku hewl bo tevdanîkariyan yan terorê li ser xelkê yan jî heta li ser xelkê dervey welat jî bihê dan, tiştek ku dezgehên ewlehiyê ên Komara Îslamî bi eşkere û bi awayekî berfireh derheq xelkê medenî yan çalakekî/e siyasî yan her dengeke nerazî bi rê ve dibin, û bi şanazî jî dizanin. Di rastî de, erk û wezîfeya li ser milên wan bûye eva ku, dengê wan di gevriyê de bifetisînin, û kuştara xelkê bikin û tu karekî wan li parastinê xelkê neketiye.

Di biyavê leşkerî de jî, Îran bo heyama du dehikan dibe ku di hewla veşartina bernameya navikî de bû, û çalakiyên wê jî her hemû di xizmeta terorê, û destêwerdanê de bû, her hemû bijêwa xelkê kirin çek û teqemenî, û bedela spaheke nîştimanî û xelkî, spaheke terorîst û talanker pêk anîn.

 Xamineyî dibêje di van meseleyan de ku em bi dijmin re di nav şer de ne, nabe ku em şefaf bin, wî bi zelalî warê emniyetî û leşkerî jê derkiriye, û dimîne warê aborî, siyasî, civakî, ku ew jî digel biyavên din ji hev nahêne cudakirin, û hemû jî bo xelkê hewce ne. Komara Îslamî her di destpêka hatina ser kar ya xwe de, digel cîhanê, xelkê Îranê û gelên azadîxwaz li şer de bûye, û niha jî bas ji vê dike ku em di şerê aborî de ne digel Amerîkayê, lewra qisekirina li ser wê bive ye, û qedexe ye. Di siyasetên wan de berjewendiya xelkê berçav nahê girtin, heya duh bû ku diruşma wan, ne Rojhilat û ne jî Rojava bû, heya banga vê yekê dikin ku em dibe pişt li Rojava û rû bi Rojhilat bin.

Siyaseteke dijminkarane û durûyane derheq cîranan ku ew peyrew dikin. Di biyavê civakî de, heya niha bi zelalî tu amareke rast û cihê baweriyê li ser kêmasiyan û kirîzan nehatiye belavkirin, amara bêkarî, îtiyad, û …hwd ku belav dikin gellek dûr in ji rastiyê, ew jî bi hêceta parastina ewlehiya neteweyî.

Heta hekî em wisa danên şefafsaziyek pêk bê, dibe em bipirsin ku ji çi sekoyekê ve wê bêjin xelkê? Rojnameyeke azad û serbixwe tuneye, miqesa sansorê jî hertim tîj e, û dibiriqe.

Wan jêve ye ku torên civakî hemû jî ser bi welatên biyanî û dijminên rejîmê ne! û hatine qedexe yan fîlterkirin, û televîzyon hatiye qorixkirin ji dest taqmeke daxistî de, zanko bi hêceta “nifûz”, ji ders û mamostayên baş û xelkî, hatiye bêparkirin, û bi giştî cihek nemaye da ku  kêmekê jî şefafsazî bê kirin.

Cuda ji hemû evana, dema ku xelk rastî parvekirinên wekî “xweyî” û “biyanî” tê, armanca wan ji “xweyî”, taqmek deshilatdarên rejîmê ne, ku di hemberî biyaniyan de ku heman xelk e, êdî tu kesek namîne ku ew jê re baxivin.

Her wekî ku em dibînin tu biyav yan cihek nemaye ku Xamineyî bi zelalî hêla sor bi ser de nekêşabe, da ku nîşana pirsê bixin ser, ji aliyekî din ve jî daxwaza şefafsaziyê dike, dibe ku em bêjin ku “te ku hemû hebûn û nebûneke welat xistiye bin lep û kursiyê xwe de, tu dibe şefaf bî, yan xelkê nedar û êxsîrkirî? Gelo ronakbîr yan çalakek bi kîjan zanyarî û bi kîjan seko yan bi çi parastîbûnekê ve, kirîzên welat bo xelkê şirove bike, dema ku bizane kuncê bendîxanê û kindirê sêdarê çavnihêriya wî dike?.”    

Em digihîjin vê encamê ku Xamineyî tenê bona çewtekariyan û ragirtina xelkê, van qiseyên birîqedar dike. Hekî ne, di çarçoveya deshilata reş ya Komara Îslamî de, tu asoyek nahê dîtin. Herwekî ku çawa heya niha her çi nirx û buhayên mirovahiyê ye, xistine nav gorê de.

Naveroka vê nivîsê, nerîn û dîtina nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistan Media jê berpirsiyar nine