Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şehîd meşxelên Rasana gel in

14:14 - 6 Nîsan 2017

Kerîm Perwîzî

“Gelek azadiyê bixwaze, gerek buhaya wê azadiyê jî bide”. Eva waneyeke buhagiran a Dr. Qasimloyê nemir e, ku bi xwe di pêxema azadiya gelê xwe de, buhaya herî mezin ya wê pêşkêş kir.
Ji çaxê ku gelê Kurd dixwaze îradeya azadiya netewî ya xwe biselimîne, û pêşerojeke geş û azad ji xwe re ava bike, di pêxemê de qurbanî daye, û buhaya vê yekê jî, pêşkêş kiriye.

Şehîdbûn di vê pêxemê de, buhaya herî mezin e ku, takek bi haydarî û bawerî ve, sermayeya herî binirx û bibuha, wate canê xwe dixe ser destê xwe, û xwebexşane aliyê “Terazû” ya buhayan, bona gehîştina bi azadiyan, girantir, û rêya sebilindiyê, rengîntir dike.

Şehîdbûna di vê rêbazê de, nahê wateya kerb û kîn û bêzariya li hember jiyanê, û belavkirina kerb û hirsê di nava cîhanê de, belkî şehîdbûn wateya pêşkêşkirin û bexşîn û dayîna buhayê dide, da ku nifşeke din bi rihetî û asûdeyî jiyana xwe berdewam bike, û mirineke bi serbilindî hildibijêre li hember jiyaneke bi serşorî de.

Wî çaxî ku serkomarê Yekemîn Komara di dîroka Kurd û Kurdistanê de, dikeve nava çendrêyekî de, bi şanazî ve diçe bin darê îdamê, jiber ku dizane ku saxmana wî, bêrêzî ye bi dîrok û kerameta neteweyekî, û şehîdbûn jî bi wateya herikîna xwînê ye di demarên xebata dîrokî ya gelê Kurd de, bona gehîştina bi azadî û rizgariyê. Pêşewayê gelê Kurd

şehîdbûnê hildibijêre, ne jiyana bi serşorî, ne mirina piştî bi salan ku di hizr û ramana kesê de nemîne û bi guman ve cîhanê bicih bihêle.

Şehîdbûna bi vê dîtingehê doma jiyanê ye, biwatetir, û bi dengvedaneke zêdetir wê hebe, di niha û pêşerojê de.

Dîtingeh û ramaneke weha heye ku, jiyana niha pirr ji derew û gendelî û karên xirab e, û dibêjin ku, jiyan û cîhan gerek jinav here û bişewite, û di jiyan û cîhana din anku pêşerojê de, tiştên bêtir li benda me bin. Ji vê dîtingehê ve şehîdbûn pêk tê ji şewitandina jiyanê û hilbijartina mirinê.

Dîtingeha weha jî heye ku vê jiyanê bi hemû kêmasiyan ve, bêtir dibîne ji neman û mirinê, û piştî hemû hewl û tekoşînekê dibêje ku, man bêtir e ji mirinê. Di vê dîtingehê de dawiya xebatê digîje teslîmbûnê.

Lê di mekteba Qazî û Qasimlo û Şerefkendî de, şehîdbûn pêk tê ji hilbijartina rêyekî û pêşkêşkirina buhaya herî mezin bona xemilandina jiyan û xebatê, ku bi kiryarekî bilind a mirovî, ji ew qasê haydarî û hişdarî û bawerî ve çavkanî digire, şehîdbûn dibe meşxela rê. Rêyek pir ji serwerî bona gehîştina bi hêvî û xewnên me, ku bi derfetperestî û ji xwerazîbûn û teslîmbûnê nagîje encamê, belkî dibe di pêxemê de buha bên dayîn û berdewam rê bên ronahî kirin, da ku rêbaza rastîn a jiyan û xebatê nehê têkdan û şêlûtî bi ser de zal nebe û wê danepoşe.

Lewra Dr.Qasimloyê nemir dibêje ku, “Xelata herî baş bo şehîdan domandina rêya wan e”. Hem niha, û hem jî di pêşerojê de, şehîd meşxelên rêbaza rastîn û pirr ji serweriya selimandina hebûn û îradeya netewî û rizgarîxwaziyê ye, ku ev rêbaza han bi “Rasan” a gel berdewam dibe, û canê şehîdan ronahiyê dibexşe vê rêyê.