Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sekreterê giştî yê partiyê bi feraksiyona Kesk a parlemantoya Almaniya’yê re civiya

19:18 - 23 Gulan 2015

Kurdistan Media: Rewşa xirab a aborî û siyasî ya xelkê Rojhilata Kurdistanê û serkut û zext û givaşên rejîmê li hember xelkê vê beşa Kurdisanê, beşek ji bas û axaftinan sekreterê giştî yê hizbê di hevdîtina bi Partiya Kesk a Almaniya’yê re bûn.

Li gor rapora malpera Kudistan Media, Mistefa Hicrî, sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li doma hevdîtinên xwe li welatê Almaniyayê de, roja pêncşemî, 21`ê gulana 2015`an, bi feraksiyona Parlimanî ya partiya Kesk a Almaniya’yê re civiya.

Sekreterê giştî yê Hizbê û şandeya pêre, ji aliyê “Dr. Firîtiyot Şimîdit” Cigirê serokê Partiya Kesk a Almanê û “Martîn Wîlik”şêvirmendê vê feraksiyonê ve hatin pêşwazî kirin.

Di vê hevdîtinê de Mistefa Hicrî, komek bas û mijarên girîng yên têkidarî Kurdistan, Îran û deverê anîn ber bas. Derheqê rewşa Îranê, Mistefa Hicrî îşare bi rewşa siyasî û aborî ya Kurdistanê bi taybetî siyaseta tund û tepeserkarane ya rejîma Îranê li dor gelê Kurd de, da zanîn: Rejîma Îslamiya Îranê ji despêka hatine serkar ya xwe ve heya niha siyasetek sîstimatîk ya herî tund li hemberî gelê me girtiye ber xwe, eva jî li halekê de ye ku xebata me ji bo bidestxistina mafên rewa yên netewî û misogerkirina demokrasiyê di welat de ye.

Hicrî dazanîn ku: Rejîma Îslamiya Îranê, rejîmek reformhilgir û guhertinxwaz nine û dewletên yek li dû yek jî tenê rûyekî ne. wekî nimûne, bas ji hemû soz û peymanên ku Rohanî ji bo hilbijartinê dabûn, take sozek jî lid or mafên kêmaniyan etnîkî û ayînî ên Îranê jî cî bi cî nekiriye.

Di berdewamiya axafitina xwe de, serkreterê giştî yê Hizbê basa berxwedana berdewam a xelkê Rojhilatê kir û got: Kurdên Rojhilatê tevî hebûna zext û givaşên bêsînor yên rejîmê, li hemû derfetekê de nerazîbûn û dijberiya xwe li hember rejîmê nîşan didin û nûtirîn serhildanê de jî li çend bajarên Kurdistanê bi taybet li bajarê Mehabadê, hêzên tepeserkar yên rejîmê bi dehan kes birîndar kirin û bi dehan kesên din jî girtin.

Hicrî herwiha got: Em wekî Hizba Demokrat hêvîdar in ku partiyên dost ên me li Rojava bi taybetî Partiya Kesk li hember girtina wî xelkê xwedî derkevin û ji her rêyekê ku îmkan hebe, cehd û xebatê ji bo rizgarkirina wan bikin.

Piştre dr. Şimîdit tevî nîşandana kefxaşiya xwe ji vê hevdîtnê, da zanîn: Em weke Partiya Kesk a Almaniya, hertim xwe bi dost û hevalê Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê dizanin û daxwaziyên wan bi rewa û berheq dizanin û çiqas ji destê me jî were, emê piştgiriya wan bikin.

Di berdewamiya axaftina xwe de“dr. Şimîdit” got: Em jî dizanin ku piştî hatine ser kar ya Rohanî li Îranê de, tu terse guhertinek erênî li wî welatî de nehatiye kirin.

Navhatî herweha da zanîn ku: Bi giştî di nîzamên totalîtirî yan dîktatorî de, çavnihêriya reforman ji “xeyalan”zêdetir nine.

Dr. Şimîdit derheq danûstandinên koma 5+1 bi Îranê re da zanîn ku: Hêvxwazin ku em bikarin bi encamekê bigihîjin ku nehêlin Îran dest bi çeka navikî re bigihîje. Lê eger ew pirsgirêka han jî çareser be, çendîn pirsên din jî dê bimînin ku ji wan reftar û kiryarên xelkê Îranê û siyasetên wê li deverê de ji pirsên sereke ne û em jî nikarin çavpoşiyê jê bikin.
Li dawiyê de, şandên her du aliyan li ser xurtkirina pêwendiyan û herweha guhertina bîr û hizran tekez kirin.