Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sekreterê giştî yê PDK Îranê nameyek bo her yek ji rêzdaran “ Ban kîmon, Barak Obama, Ancêla Mêrkêl, Deyvîd Kamêron û Firanswa Oland re şand

18:44 - 26 Îlon 2013

Kurditsanmedia: Sekreterê giştî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê nameyek ji Ban kîmon û serokên 4 welatên Amerîka, Almaniya, Firansa û Birîtanyayê re nivîsî.


Eva deqê namê ye:

Rêzdar Bankîmon, Sekretêrê Giştî yê bizava Netewên Yekbûyî (NY)!
Rêzdar Barak Obama, Serkomarê Amerîkayê!
Rêzdar Ancêla Mêrkil, Serokdewleta Almaniyayê!
Rêzdar Firanswa Oland, serkomarê Firansayê!
Rêzdar Deyvîd Kamêron, serokwezîrê Birîtaniyayê!

Hesen Rûhanî Serkomarê teze hilbijartî ê Îranê, heyamek e ku mijûlî guherîna name û peyam tevî kesayetî û rêberên welatên Rojavayî ye û hewil dide ku xwe wek kesayetiyeke aşitîxwaz û alîgirê çareseriya pirsgirêkên siyasî, bitaybetî pirsa mehandina Oraniyomê ji rêya diyalog û gotûbêjan ve,bi cîhanê bide nasandin.
Lê hevdem û dûr ji çavên bîrûraya giştî, binpêkirina mafê mirov û tepeserkirina azadîxwazan di seranserê Îranê, bitaybet di Kurdistan Îranê de her dewam dike.
Di vê peywendiyê de bala we bo çend mînak ji zulm û zordariyên derheq bi gelê Kurd radikêşim ku piştî hatineserkar a serkomarê nû di Îranê de hatine encam dan.
- Gelê Kurd ji tewahiya mafên xwe ên siyasî û çandî bêbar e.
- Zarokên Kurdan ji mafên xwe ên herî destpêkî wate xwendin bi zimanê dayikî bêpar in û Rûhanî jî li ser wan ferq û cudahiyan bi eşkere pêdagir e.
- Darvekirina azadîxwazên Kurd bi hêncetên cûrbicûr berdewam e. Her niha ku ez vê nameyê bo we dinivîsînim, pitir ji 20 kesî ji girtiyên siyasî ên Kurd di bin gefa darvekirinê dene, rasitiyek ku rêkxirawa Lêborîna Navnetewî jî, di nameyekê de bo rêberê Komara Îslamî, nîgeraniya xwe nîşan dan.
- Tewahiya part û rêkxirawên siyasî ên Kurd qedexe ne û mafê çalakiyên siyasî ji wan hatiye sitandin.
- Desteserkirin û cezadana serberdayî a lawên Kurd berdewam e.
- Dadgehîkirina çalakên Kurd di warên mafê mirov, çand û siyasetê de, dûr ji her îdalet û standardek navnetewî berdewame.

Rûhanî di dirêjiya hewlên xwe bo kêmkirina hisarên aborî li ser Îranê de, qirar e ku di 67’mîn civîna NY de ku, li 24’ê Septemberê li Niyoyorkê birêve diçe beşdar be.
Azadîxwazên Îranê, bitaybet gelê bindest ê Kurd, ji vê yekê nîgeran in ku pirsa demokrasî û mafê mirov di Îranê de bibe goriyê berjewendiyên siyasî û satûsewdayên nepenî, bitaybet pirsa nawekî tevî rejîma dîktator a Komara Îslamî.
Lewra em çavnihêrî dikin ku hûn rê nedin ezmûna han li ser hisaba gelên Îranê û bi bûhaya gorîkirina azadî û mafên mirov bi dawî bê.
Îran wî çaxî dikare bibe endamek karîger û erênî di rêkxirawa NY de û civaka navnetewî baweriyê pê bike, bi perepêdana demokrasî û parastina mafê mirov di navxwe de, baweriya xelkê Îranê bi dest bixe.
PDKÎ her tim daxwaza çareseriya aşitîyane û demokratîk a pirsa Kurd ji rêya gotûbêjan di Îranê de kiriye. Lê bi şahidiya dîrokê, Komara Îslamî bersiva helweste û siyasetên partiya me bi teror, tepeserkirin û ferq û cudahiyan vedaye.
Em daxwazê dikin ku Rojava her cûr lihevhatinekê tevî rêberên Komara Îslamî girê bide bi, bidawîanîna îşkenceya girtiyan, darvekirina çalakên siyasî, parastina mafê mirov û dabînkirina mafên siyasî û ferhengî ên gelên Îranê di fezayek azad û demoratîk de.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê - PDKÎ
Sekreterê Giştî
Mistefa Hicrî
22’ê Îlona 2013’an a Zayînî
31,’ê Xermanana 1392’an a Rojî