Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Semînara 10`ê Xakelêweyê li welatê “Sweden” hate lidarxistin

19:12 - 1 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Semînarek bo bilindragirtina 10`ê Xakelêweyê, salroja şehîdên Kurdistanê, li bajarê “Göteborg” a welatê “Sweden” ê hate lidarxistin.

Roja Yekşemî 11`ê Xakelêweya 1398`an (31`ê Adara 2019`an), komîteya PDKÎ, li welatê “Sweden” li bajarê “Göteborg”, semînarek li ser dîtingeha “Pêşewa Qazî Mihemed” pêwendî li gel veguhastina doza Kurd, li qonaxa Potansîl a neteweyî bo qonaxa zanistî a neteweya dewlet lidarxistin.

Ew semînara bi birêveberiya “Mensor Ezîzî” endamê berê yê komîteya navendî a PDKÎ hate lidarxistin.

Di wê semînarê de, parek berçav li malbatên şehîdên Kurd û Kurdistan, endam, alîgir, hevalên PDKÎ, herwisa nûnerên hêz û aliyên siyasî yên Kurd û Kurdistan û bi giştî Kurdên her çar beşên Kurdistanê beşdar bûn.

Semînar bi sirûda neteweyî a “Ey Reqîb” û bîstek bê dengî bo rêzgirtin li canê pakê şehîdên 10`ê Xakelêweyê û hemû şehîdên Kurd û Kurdistanê destpê kir.

Piştire peyama komîteya PDKÎ li “Göteborg” a welatê, “Sweden” ji aliyê “Sîros Re`ûfî” bi nûneratiya komîteyê hate pêşkêşkirin ku, tevî bixêrhatin gotina amadebûiyên wê salroja bîranînê û herwisa di naveroka peyamê de, îşare bi jiyanameya Pêşewa û fkra avakirina PDKÎ ji aliyê “Sîros Re`ûfî” hate pêşkêşkirin ku, li ser bingeha hesta neteweyî hatiye kirin û bi kiryar bo wê fkrê pêngav hatiye hildigirtin.

Piştire peyama komîteya hevkariyê ya hêzên siyasî yên Kurd û Kurdistanê, ji aliyê “Saman” berpirsê komîteya havkar hate xwendin.

 Di beşeke din de, “Mensor Ezîzî” bi awayekî rêtorîkî basa wê kir ku, Kurd di derbasbûiy a xwe de, weke meznahiya neteweyekê di avakirina desthilata xwe de, li serdemê Mad, şikesta deshilata Mad, êrîşên yek lipey yek di dîrokê de, bo ser Kurdistan, serhildana tevgera neteweya Kurd, rêberên Kurd û rola “Pêşewa Qazî Mihemed” û  PDKÎ li avakirina bingehên zanistî bo çêkirina desthilateke neteweyî bo Kurd û bandora wê rêbazê li ser îro yên Şoreşên Kurd û bilindahiya wê şoreşê bû, di para duyem ya wê semînarê de, ji aliyê amadebûiyên wê salroja bîranînê, komek pirsiyar hatin kirin ku, ji aliyê navbirî bi hûrî bersiva pirsiyaran hate dan.

Di dawiya wê semînarê de, ji aliyê berpirsê komîteya PDKÎ li “Göteborg”, gulên rêzgirtinê hatin pêşkêşkirin, “Mensor Ezîzî” birêveberê wê semînarê, û herwisa bo rêzgirtin li hemû malbatên şehîdan daxwaz li “Şîrîn Celalî û Mojde Heyderî” hate kirin, bo pêşkêşkirina deste gollan ku, ji aliyê komîteyê hatibû amadekirin, hemû malbatên serbilind yên şehîdan û beşdarbûyên wê bîranîna dîrokî hate pêşkêşkirin.