Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Semînara “roja şehîdên Kurdistanê” li Danmarkê bi rê ve çû

21:04 - 9 Nîsan 2017

Kurdistanmedia: Bi boneya 70`emîn salvegera bidarvekirina Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî, li bajarê Alborg a Danmarkê semînarek bi rê ve çû.

Bi boneya 70`emîn salvegera bidarvekirina Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî roja Şemiyê 19`ê Xakelêweyê komîteya PDKÎ li navçeya Alborg a bakûra Danmarkê, semînarek bo Dr. Husên Xelîqî endamê pêşîn ê rêbertiya PDKÎ pêk anî, ku hejmarek ji Kurdên rûniştiyê vê deverê tê de beşdarî kirin.

Piştî ragirtina deqeyekê bêdengî bo rêzgirtina ji riha pak ya şehîdên hizb û gel, ji aliyê birêveberên semînarê ve, bixêrhatina mêhvanan hate kirin.

Piştre Dr. Xelîqî baseke girîng li ser kesayetiya Pêşewa Qazîmihemed, avakirin, û vegeşîna PDKÎ di heyameke kurt de, ragehandina Komara kurdistanê û rewşa wê demê, rûxana Hikûmeta Millî a Azerbaycanê, û bandora vê rûxanê li ser Komara Kurdistanê kir.

Birêveberê semînarê bi hûrî bas ji armanca mana Pêşewa Qazîmihemed digel xelkê Mehabadê û kerb û kîna dijmin di hemberî Kurd û serkomarê wê, anî ber bas, û ew yek şirove kir.

Herwisa di beşeke gotara xwe de, Dr. Xelîqî bas ji nebûna yekrêzî û hevhelwestiya Kurd di pêxema bidestxistina mafên xwe de kir, ku bi anîna komek mînakan, şîkirineke xisarnasane jê re kir.

Pêwîste bihê gotin ku bi vê boneyê ve mala Kurd li Alborgê peyamek bo semînarê şand.

Dawî beşa semînarê, pirsên beşdaran û bersiva axavtinvanê semînarê bû.