Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Semînara şehîdên bikom yên sala 1367`an li Holandayê bi rê ve çû

17:47 - 24 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Semînarek bi navê şehîdên bikom yên sala 1367`an, li welatê Holandayê hate lidarxistin, û di vê semînarê de partiyên Îranî û herwisa hevwelatiyên ku di Holandayê de akincî ne, yên li bajarê “Soust” de, beşdarî vê semînarê bûn.

Ev semînara ku roja Şemiyê 28`ê Rezbera 1397`an, ji aliyê navenda girtiyên siyasî yên Îranê ve hatibû lidarxistin, bi ragirtina bîstek bêdengî bo rêzgirtin ji riha pak ya şehîdên riya azadiyê û bi taybet şehîdên bikom yên sala 1367`an ku ji aliyê rejîma Îslamî ya Îranê, di girtîgehan de, û bi bê dadgehîkirin hatibûne bidarvekirin dest pê kir.

Di vê semînarê de, rêzdar Sadiq Zerza wekî nûnerê PDKÎ, yekem kes bû ku axavtina xwe di vê derheqê de pêşkêşî beşdaran kir.

Navbirî tevî pênasekirina rejîma Komara Îslamî, ku çavan bingeha wê li ser teror û tirsandin û bidarvekirinê hatiye avakirin, û sebeba komkujiya sala 1367`an û bi taybet kerb û dijayetiya desthilatdarên rejîma Îranê derheq gelê Kurd û dana fermana cîhadê bo ser Kurdistanê bo beşdaran şirove kir.

Sadiq Zerza, di axavtina xwe de, îşare bi vê yekê kir ku, gelê Kud bi taybet PDKÎ, di yekem rojê de xebata xwe li dijî wê rejîmê dest pê kiriye, ku heya niha ev xebata herwiha berdewam e, û heya serkevtina yekcarî ku nemana wê rejîmê ye, her bi vî rengî jî wê berdewam bike.

Her yek ji nûnerên partiyên beşdar di vê semînarê de, dîtingeha xwe derheq vê karesatê de bas kirin, û tevî şermezarkirina vê kiryarê, careke din sersaxî ji malbatên cangoriyan û hemû azadîxwazên Îranê re gotin.

Herwisa seminar piştî çar demjmêran dawî pê hat.